Besîme Konca: Tayînkirina qeyûman di serî de li dijî vîn û destkeftiyên jinê ne
12:59
JINHA
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Wekîla HDP'êya Sêrtê Besîme Konca, diyar kir ku tayînkirina qeyûmê êrîşa li dijî destkeftî û têkoşîna jinê ye. Besîmeyê xwest hemû jin yekîtî û têkoşîna xwe ji her demê bêtir xurtir bikin.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlêbûna gelek delegeyên li Kurdistan û Tirkiye li navenda HDP'ê civîn pêk anî. Di civînê de dê geşedanên dawî, qeyûm û polîtîkayên li dijî wan bê niqaşkirin. Di vê civînê de dê amadekaryên Civîna Meclîsa Jinê ya Herêmê ya 1-2'ê Cotmehê bê kirin. Di beşa civînê ya ji çapemeniyê re vekiri Berdevka Meclisa Jinan û Wekila HDP'ê ya Sertê Besime Konca, axaftin kir.
'Tenê di meha tebaxê de 22 jin hatin qetilkirin'
Besîmeyê diyar kir ku, di pêvajoya ku êrîşên li dijî jinan zêde bûne re derbas dibin û wiha got: "Tenê di Tebaxê de 22 jin hatin qetilkirin. Em di vê pêvajoyê de xwedî berpirsiyariyek cîddî ya li dijî van êrîşan têbokşin in. Divê em siyasetek xurt bimeşînin. Li Stenbolê Ayşegül Terzi ji hinceta şort li xwe kir rastî êrîşê hat. Ev jî nîşan dide ku hêj jin ji ber cilên xwe rastî lêdan û tundiyê tên. Dîsa em bi daraza ku van pêkanînên mêr asayî dibîne re rû bi rûne."
Besîmeyê anî ziman ku ev êrîşên mêr ên li dijî jnê ne asayî ne, lê dixwazin wan wekî pêkanînek asayî bidin nîşan û bikin malê civakê û pêde çû: "Em tev dizanin ku ev pêkanîn polîtîkayên dewletê ne. Îktîdara siyasî bi qasî êrîşî vîna jinê dike, li dijî hemû kesên muxalîf jî êrîşan pêş dixe. Em wekî jin divê li dijî van polîtikayan têkoşînek ciddî û pir xurt nîşan bidin. Tayînkirina qeyûman di serî de li dijî vîna jinê û destkeftiyên jinê ne. Herî zêde jin dibin mexdûrên qeyûmê. Di vê pêvajoyêde saziyên jinan hatin girtin. Divê jin bi giştî li dijî van êrîşan yekîtiya xwe û têkoşîna xwe ji her demê bêtir xurt bike."
Piştî axaftina Besîmeyê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(kom/rc)