Dîlek Ocalan: Ji bo me tişta pêşîn azadiya Ocalane
09:23
JINHA
RIHA- Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku di greva birçîbûnê ya ji bo hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cih girt û piştî hevdîtina bi Mehmet Ocalan re bi dawî bû, wih agot: "Heta Ocalan azad nebe wê têkoşîna me berdewam bike. Ji bo me tişta pêşîn azadiya Ocalane."
50 siyasetmedarên Kurd yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê û piştî Mehmet Ocalan hevdîtin li Îmraliyê pêk anî, daxwaza berxwedêran hat cih û çalakî di roja 8'an de bi dawî bû.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî ketibû grevê û wiha got: "Greva me bi dawî bû.Lê ev nayê wateya ku dema çalakîbûnê bi dawî bûye. Em azadiya Ocalan diparêzin. Ji bo vê wê çalakiyên me bidomin."
'Li dijî tecrîdê wê çalakî bidomin'
Dîlekê got Abdullah Ocalan ji 2011'an heta niha bi parêzeran re, ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî bi heyeta îmraliyê re nekare hevdîtinê bike û got: "2 salan jî bi malbata wî re nehiştin hevdîtinê bike. tecrîd piştî darbeyê girantir bûye. Niha bi hevkariya Mehmet Ocalan hevdîtin pêk hatibe jî tecrîd hîna didome.Ji bo azadiya wî ne tenê li Tirkiyeyê,li her derê wê çalakî û kampanyayên me bidomin. Azadiya Ocalan ji bo aştiyê gelek girînge. Ji ber vê muzareke destpêb ikin jî ji cihê maye nekare berdewam bike. "
Dîlekê di berdewamiyê de balkişand ser peyama Abdullah Ocalan a dîrokî û got peyama hatiye şandin di alî tesîskirina aştiyê de hêviyê dide. dîlekê anî ziman ku ji ber vê yekê divê peyam baş bê xwendin û nirxandin.
(rt/hu)