Fîlîz: Divê hemû jinên cîhanê xwedî li hevserokatiyê derkeve
09:31
Gulfîdan Ataman/JINHA
STENBOL-Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku tayînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP'ê li dijî hemû qezecên jinê darbeye û got: "Divê hemû jinên cîhanê xwedî li hevşaredarên jin derkevin."
Bi Biryarnameya Hukma Qanûnê re (KHK) ji bo 24 şaredariyên DBP'ê qayyûm hat tayînkirin û karê destpêkê jî astengkirina xebatên navendên jinê bû. Li Yekîneya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê dest danîn ser kompîtûr û dosyayan, xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sitiya Jin ji ber dosyayên wan hatine desteserkirin nekarin bixebitin. Her wiha li Navenda Jinan a Meya k udi bin bana şaredariya Farqînê de xebatan dimeşîne lêgerîn hat kirin û deriyê wan hatin girtin. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu got di gelek platforman de dest danîne ser dosyayên jinan û got ev li dij rêgeza veşariyê ye û got jiyana jinan bi vî awayekî dikeve bin xetereyê.
'Bi hinceta darbeyê darbe tê kirin'
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi tayyînkirina qayyûman demokrastî têk çûye û wiha pê de çû: "Me daxwaz dikir ku ji herêmî rêveberî xurt bibin, me diparast ku xwedî li qadên jiyanê yên mirovan derkeve, lê li aliyê din darbe kirin hincet û darbeyên din pêk tînin. Niha ya pêk tê darbeye."
'Hewl didin îradeya jinê ji holê rabikin'
Fîlîzê wiha berdewam kir: "Bi qayyûman dixwazin pergala hevserokatiyê û îradeya jinê ji holê bê rakirin. Pergala hevserokatiyê li gelek welatên cîhanê pêk tê. Li Tirkiyeyê jî tenê di şaredariyên DBP'ê de heye. Qayyûma darbeyek li dijî qezencên jinane. Ji ber vê divê ne tenê jinên Kurdistanê hemû tevgerên jinan yên li alî demokrasiyê yên cîhanê û Tirkiyeyê bikevin nava piştevaniyê û li dijî qayyûman derkevin. Divê hemû jinên cîhanê xwedî li hevşaredarên jin yên DBP'ê derkevin."
(mg/hu)