Selma Irmak: AKP fêza dijminiya jinan ji DAIŞ’ê digire
13:42
JINHA
ENQERE - Wekîla HDP'ê Selma Irmak, îşkenceya li gerîllaya li Şemzînanê bi birîndarî hat girtin, hat kirin şermezar kir û got: "AKP di dijminantiya li dijî jinê de, DAÎŞ’ê ji xwe re dike mînak."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îşkenceya li gerîllaya jin a YJA-Starê ya li Şemzînana Colemêrrgê birîndarî hat girtin, hat kirin bi daxuyaniyê şermezar kir. Di civina çapemeniyê ya Navenda Giştî ya HDP'ê de wekîla HDP'ê Selma Irmak, Bedia Ozgokçe, Dilek Ocalan û Nursel Aydogan amade bûn. Wekilên HDP'ê piştre tev li çalakiya Dayîkên Aştiyê yên ji Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê hatin ber Neteweyên Yekbûyî (NY) rûniştin pêk anîn bûn.
Di civînê de wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, feraseta ku hurmeta wê li hemberî cenazeyan tune şermezar kir û wiha got: "Di demên dawî de bi riya medya dîmenên dû derketin holê. Gerîllaya YJA Starê Saime Avaşin (Avaşin Gabar) ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi saetan rastî îşkenceyê tên. Hêzên ewlehiyê yên AKP'ê li mirovek birîndar îşkenceya qedar dike. Vê hêza xwe ji ku digirin. Leşker, polîs, cerdevan vê fermanê ji ku distînin?
‘AKP, DAIŞ'ê mînak digire'
Selma, da zanîn ku AKP ji 24'ê tîrmeha 2015’an heta niha li Kurdistanê bi dehan caran li jinan îşkenceyê bi heman rengî kiriye û xuya dibe ku AKP DAIŞ'ê ji xwe re dike mînak û feyzê ji DAIŞ'ê distîne û wiha domand: “AKP di salek dawî de di lijî bedena jinan îşkence dike. Tudiya li dijî bedena gerîllaya birîndar ne tesaduf e. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev nîşan dide ku azadiya jinê red dike. Vîna jinê red dike. Têkoşîna jinê red dike. Em vê tundiyê şermezar dikin.”
Selma, destnîşan kir ku wekî HDP'ê dê tu carî ferî van pêkaninên AKP'ê nebinû her dem di lijî van yekan têkoşîna xwe bilind bike û hesap ji wan bipirsin. Selma, destnîşan kir ku ew vê tundiya li dijî jina kurd bi tu awayî qebûl nakin û li dijî vê yekê bi têkoşînek hîn xurttir bersîvê bidin.
Ji bo îşkence bê lêpirsîn wekîlên HDP'ê pêşniyara lêkolîna îşkenceyê dan meclîsê
(zt)