Tayînkirina qeyûman birin NY yê

14:12

JINHA

ENQERE - Parlamenter, Hevşaredar û endamên meclisê yên Êlihê derbarê qeyûmên hatine tayînkirin de ji NY'yê re name şandin. Di maneyê de bal hat kişandin ser bêhiqûqiya ku tê kirin û ji NY'yê hat xwestin ku bûyerê li cihê wê lêkolîn bikin.

Parlamenterên Êlîhê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan, Saadet Becereklî, hevşaredarên navçe û navendê yên DBP'ê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr, Mustafa Ozturk, Dîcle Erdem, Abdulkerîm Kaya, Zeynep Oduncu, Osman Karabulut, Hîdayet Tîryakî û endamên meclisê ji bo balê bikişînin bêhiqûqiyên li hemberî hilbijêrên gel û tayînkirina qeyûman ji Komîserê Mafê Mirovan ê NY'ê Zeîd Ra'ad Zeîd El Huseyîn, Komîsera Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê Nîl Muîznîeks, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê birêz Thorbjorn Jagland, Komîsyonê Geşedana Komîsyonan a Ewropayê Johannes Hahn, Nûnera bilind a Karên Derve yên YE'yê û Polîtîkayên Parastinê Federîca Mogherînî, Serokê AP'ê Martîn Schulz û Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Katî Pîrî re name şandin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku ji aliyê Wezareta Hundir ve vîna gel tê xespkirin. Hilbijêran di nameyê de ji NY'ê û saziyên din xwestin bên û bûyerê di cihê wê de lêkolîn bikin.

(zt)