Sebahat: Em ê di demokrasiyê de israr bikin û serkevin

15:10

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP Sebahat Tuncel, têkildarî tayînkirina qeyûman bi beşdariya hevşaredar û endamên MYK'ê yên DBP'ê re civîn pêk anî û diyar kir ku ew dê tayinkirina qeyûman bibin DMME.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, bi endamên MYK û hevşaredaran re li avahiya DBP'ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman civîn pêk anî. Di civînê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Gultan Kişanak, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk endamên meclîsê amade bûn. Berî civînê Sebahat Tuncel, daxuyanî da çapemeniyê. Sebahat, da zanîn ku ew dê têkildarî pêşerojê karbeşî û peyvirê bidin pêş xwe.

Sebahat, da zanîn ku li gel hemû astengiyên dewletê wan bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî qeyûma anîye ziman û wiha got: "Dewlet û hikûmetê di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî şaredariyan kir û disa darbe pêk anî. Li Êlihê polisan dest danî rêveberiya şaredariyê. Ev bi xwe darbe ye. Li dijî darbeyê ev mafê me yê herî rewa ye ku em di ber xwe bidin. Qeyûm tayînî 28 şaredariyan kir. Hemû qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin cîgirên walî û qeymeqam in. Dewletê polîtîkayên dagirkerî û mêtîngeriyê danî holê. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin, hevşaredar binçav kirin. Niha qeyûm tayînî 25 şaredariyên me kirin. Dîsa qeyûm tayînî hevşaredarên Îdir û Lîcê kirin.”

'Dosyayên 800 kesan amade ne'

Sebahat, destnîşan kir ku îktîdar qanûna xwe binpê dike u tune dihesibîne û wiha domand: “Li Holê faşîzm heye. Li hemberî vê faşîzmê tenê siyaseta kurd heye. Dê CHP biçe KHK ya Qanûna Bingehîn. Em jî dê serdanên tekakesî bikin. Em dê serî li DMMEyê bidin. Em dê têkoşîna hiqûqî bidin. Tê gotin ku li Amedê dosyaya 800 kesan hene. Em kurd vê pêkanîna li dijî xwe qebûl nakin.”

Sebahat, da zanîn ku berxwedan deynê sutiyê wan û dê li ber xwe bidin û wiha dom kir: “Em dê avahiyên DBP'ê bi tevahî bikin avahiyên şaredariyên. Hin cihan qeyûm tayîn kirin. Lê cihê qeyûm tayîn nekirine jî xebatên şaredariyan asteng dikin. AKP'ê dewlet kiriye dewleta polîsan. Dixwazin bi tirsê me ji têkoşina me dûr bixin. Lê dê nikaribin me ji têkoşîna me dûr bixin. Endamê MYK'ê yê partiya me Halîl Aksoy hat girtin. Duh hevşaredarê Seravê hat binçavkirin. Li Erziromê 29, Li Êlihê 80 kes hêj di bin çavan dene. Kesên doza KCK'ê dişopandin îro ji cemaatê girtî ne. Niha doz bi destê AKP'ê berdewam dike. Em dê li dijî qeyûmê têbikoşin. Li şûna CHP rol û mîsyona xwe bilîze bûye yedekê AKP'ê.”

(kom/zt)