Huda Kaya:Çi dikin bila bikin em dest ji berxwedanê bernadin

09:06

Gulfidan Ataman/JINHA

STENBOL- Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê di heman demê de îradeya jinê jî hedef digire û wiha got: “Hewl hatiye dayîn ku îradeya jinê bê tinekirin. Lê çi dikin bila bikin emê berxwe bidin. Em ji wê xwedî li qezencên xwe û pergala hevserokatiyê derkevin.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kayayê têkildarî tayyînkirina qayyûman ji bo şaredariyên DBP’ê de axivî û diyar ki rku piştî qanûna destnedana parlamenterên HDP’ê şûnde ji bo nîşaneyê destnedana hinek parlamenterên CHP’ê jî hatiye rkairin û got: “Bi vî awayî dibêjin yanî em tenê li HDP’ê nakin em li hemûyan dikin.di meseleya qayyûman de jî hun ji ku pê bigirin wek mantalîte wek zîhniyet di destê we de dimîne. Dîsa tişta ku hewl didin bikin wek sembolîk wê du sê şaredariyan bikin turik. Li bajarên Tirkiyeyê jî wê bi taybet li herêmên şaredariyên HDP’ê qayyûman pêk bînin.”

‘Hewldan tabana Kurdan a bi hişmend belav bikin’

Hudayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku qayyûman berdewama polîtîkaya çewisandin, bêdengkirin û tinekirinê ye û wiha got: “Bi şewitandina li bodruman û wêrankirina taxan hewl dan Kurdan belav bikin. niha jî derew, îftere û aloziyan hewl didin partiya gelan ya sêyemîn a Tirkiyeyê tine bikin.”

‘Qezencên jinan hedef girtin’

Hudayê destnîşan kirin ku şaredariyên li Kurdistanê feraseta şaredariyeke ji rêzê nameşînin û got: “Di AKP û partiyên din de ji bo jinan temsiliyeta wekhev tine û mafê jinan tine. Pergala hevserokatiyê tenê di şaredariyên DBP’ê de heye. Tayyînkirina qayyûman jî ji xwe hovîtiyeke. Pergaleke me ya wekhev a jin û mêr hebû. Niha hedef dikin vê tine bikin. ev qayyûm di heman demê de îradeya jinê hedef digire. Jinan tine dikin. lê çi dikin bila bikin emê li ser piya bin û têbikoşin. Em dest ji berxwedanê bernadin.”

(hu)