DBP'ê biryara pêk anîna çalakiya li hember qayûman raghand
14:59
JINHA
AMED - Di danezana encamê ya civîna Hevserokên Şaredarî û Bajaran ên DBP'yî de, biryara geşkirina berxwedanê hat ragihandin.
Danezana encamê ya civîna Hevserokên Şaredarî û Bajaran ên DBP'yî, ku di 21'ê Îlonê de pêk hat, hat eşkerekirin. Di encamnameya civînê de, ku piştî desteserkirina şaredariyan hat lidarxistin, hat ragihandin ku dewletê çand, ziman û vîna herêmî hezm nekiriye û bi feraseta sed salî ya dewletê êrîşî şaredariyan kiriye.
Di danezana encamê de hat gotin, "Sibeha 11'ê Îlonê bi rêbazeke korsanî ketin nava şaredariyan û dest danîn ser vîna gel a hatiye hilbijartin. Hewl hatiye dayîn ku vîn û têkoşîna gel were şikandin. Di ser şaredariyan re, di çarçoveya plana kûrkirina neçareseriyê û plana têkbirinê de, hemû amûrên şer bi rengekî topyekûn tên bikaranîn. Pêkanîna qeyûm ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve meşrû nîne. Bi vê pêkanînê re vîna gelê kurd tine hatiye hesibandin û hewl hatiye dayîn, hemû destketiyên Kurdan bên talankirin."
Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku hemû pêkhateyên civînê biryara geşkirina berxwedanê li dijî rêveberiya darbeyê standine. Li gorî danezana encamê, çend ji biryarên di civînê de hatine girtin, bi vî rengî ne:
"*Qanûn û pêkanîna qeyûm wê neyê qebûlkirin, wê nûnerên gel ên hatine hilbijartin li ser karê xwe bin. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê wê li avahiyên partiyê hewl bidin pirsgirêkên gel çareser bikin.
*Qeyûm weke darbeyekê hatiye dîtin û bang li gelê me, hêzên demokratîk, jinan, sendîka û ciwanan hatiye kirin ku li dijî vê darbeyê têkoşînê geş bikin.
*Wê li hemû herêman civînên gel bên lidarxistin, ziyaret bên kirin û rewşa heyî bi gel re were parvekirin. Wê çalakiyên weke mîtîng, civîn, meş û xwepêşandan bên lidarxistin.
*Şaredariyên me wê li dijî qeyûman bi gel re çalakiyên nobedê pêk bînin.
*Li dijî pêkanîna qeyûm ku pîvanên hiqûqî tine dihesibîne, wê mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bên bikaranîn. Ewilî wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn.
*Di çarçoveya xebatên dîplomasiyê de, wê bi Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî re hevdîtin werin kirin û çalakî werin lidarxistin.
*Tevî çalakiyên bêdawî û bênavber, wê her roja Duşemê li dijî desteserkirina şaredariyan, çalakiyên vê darbeyê qebûl nakin bên organîzekirin.
*Civînên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin wê bi gel re bên lidarxistin.
*Wê bi Şaredariyên bûne birayên hev, hevdîtin bê kirin û helwesteke hevpar were nîşandan.
*Li dijî darbeya qeyûm, wê ji ber binpêkirina mafê hilbijartî û hilbêran, serî li cihên pêwendîdar bê dayîn.
*Wê li nava Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ku em jî endamên wê ne, Yekîtiya Bajarên Dîrokî û li saziyên neteweyî û nav neteweyî li dijî vê darbeyê çalakî werin lidarxistin."
(rc)