'Li hember dagirkerî û zilmê yekane çeka me berxwedan û têkoşîn e'
09:01
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir têkildarê rojeva siyasî û pêvajoya dawî nirxandin kir û diyar kir ku, li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê wê vîna gel bi ser bikeve û got ku, tu hêz wê nekaribe pêşî li projeya azadiyê bigre.
Rêvebera Kongreya Star a bajarê Til Temira Kantona Cizîrê Gulîxan Tahîr, di derbarê pêşketinên siyasî, bi taybet êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û herwiha zextên li ser gelê kurd li bakûrê Kurdisanê nêrînên xwe parve kir. Gulîxanê xebatên û pêşketinên sîstema Federal Demokratîk jî bi bîr xist û diyar kir, dê bi israr vê sîstemê pêk bînin û wiha jî modela xwe ya çareseriyê li herêmê mayînde bikin.
'Dagirkirina axa bakûrê Sûriyeyê cihê şermezariyê ye'
Gulîxanê serkeftinên ku li herêma Mibicê û Hesekê hatin bidestxistin wek du gavên girîng nirxand û wiha got: "Êrîşên li Hesekê bi hevgirtina gelan hate pûçkirin û Minbic jî bi heman awayî azad bû. Di heman demê de projeya Rêber Apo ya sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ji hêla gel ve rastê elaqeyeke mezin hat, û xebatên pêkanîna vê projeyê bi giştî dewam dikin. Vê yekê tirsa dewleta tirk û hevkarên wî zêde kir. Gotin 'ger niha projeya biratiya gelan û sîstema federal li rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê biser dikeve, wê demê ev proje dê bandor li ser bakûrê Kurdistanê jî bike.' Ji bo pêşiya vê bigrin jî êrîşên xwe li beramberî Rojava û Bakûrê Sûriyê zêde kirin. Bi çekên giran êrîşî şervanên YPG-YPJ'ê kirin, şervanên me şehîd xistin, gelê sivîl qetil kirin, herwiha lêkirina dîwarê şermê lêkirin, jixwe dagirkirina axa Bakûrê Sûriyê cihê şermezariyê ye. Lê dewlet û hêzên serdest li gor berjewendiyên xwe, çavên xwe girtine."
'Dixwazin nasnameya kurdîtiyê bidin wendakirin'
Gulîxanê destnîşan kir ku darbeya 15'ê Tîrmehê lîstikek ji lîstika desthilatdariyê yeû wiha domand: "Jixwe piştî derbe xilas bû, hêzên AKP'ê êdî gel dîl girtin. Erdogan bi eşkere ev peyam da ku yên ne bi min re bin, dê ew jî tune bibin. Her ku diçe êrîş û zextên wan li ser gelê kurd, aliyên muxalîf zêde dibe. Dixwazin nasnameya kurdîtiyê bidin wendakirin. Bi taybet li bakûrê Kurdistanê bi tayyîna qeyûm dest danîn ser şaredariyên gel. Bi hezaran mamoste, bijîşk û karmendên kurd ji kar hatin avêtin. Li beramberî vê yeke bêguman yekane çeka me berxwedan û têkoşîn e."
'Gelê kurd wê serê xwe li hember siyaseta qirêj netewîne'
Gulîxan bal kişand ku, êdî gelê kurd li her derê cîhanê tên nasîn û got ku, êdî polîtîkayên înkar û îmhayê wê êdî encam neger û wiha pêl da gotina xwe: "Êdî gelê kurd li her deverê tê nasîn. Dewleta tirk dê di polîtîkaya înkar û tunekirinê de bê encam bimîne. Êdî kurd jî ne kurdên berê ne, êdî gelê kurd serê xwe ji siyasetên qirêj re natewînin."
'Em ê serkeftinên xwe mezintir bikin'
Gulîxanê bi lêv kir ku tevgera azadiya gelê kurd berî 40 salan li hemberî zilm û îşkenceyên giran serî netewand û wiha pêde çû: "Îro ewqas pêşketin û derfetên ku di destên me de hene, di heman demê de jî projeya federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê li pêşiya me çareseriyeke mayînde ye. Em ê têkoşîna xwe û serketinên xwe mezintir bikin. Heya ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li pey doza xwe bin. Her çiqas komplo, êrîş û polîtîkayên qirêj pêk bînin jî dê gelên Rojava sîstema xwe ya federal demokratîk pêk bînin."
(en/rc)