'Eger encamek erênî ji AYM'ê derneyê em ê serî li AÎHM'ê bidin'
18:39
JINHA
AMED- Komîsyona Hiquqî ya DBP’ê ji bo şaredariya Nisêbîn û Kerboranê serî li AYM'ê dan. Hat diyar kirin ku, eger encam ji AYM'ê negre wê serî li AHÎM'ê bidin.
Piştî tayyînkirina qayûman ya li ser 25 şaredariyên DBP'ê Komîsyona Hiqûqî ya DBP'ê serî li Dadgeha Bilind (AYM) da. Endamên komîsyonê yên ku xwestin piştî ser lêdanê daxuyanî li ber Edliyê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê komîsyonê li Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyona Hiqûqî ya DBP'ê Gûlay Koca Oztûrk diyar kir ku, tayyîna qayûman dervî rêgezên hiqûqiye û got ku, ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.
'Armanc me li dervî siyasetê hêştine'
Gûlayê anî ziman ku, demek dirêje li ser DBP'ê zext tên kirin û wiha got: "Armanc me li dervî siyastê hêştine. Hin endamên Meclîsa Partiyê hatin qetilkirin û xwastin bi zextan endaman ji siyastê dûr bixin. Bi biryara KHK'ê destdanîn ser şaredariyên me. Em vê pêk anînê tu car napejrînin û ev yek binpêkirina mafê hiqûqiye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."
Ji bo Nisêbîn û Kerboranê serlêdan
Gûlayê destnîşan kir ku, wan li ser navê çend şaredariyan serî lêdane û got ku, eger encamek erênî dernekeve ew ê serî li AÎHM'ê bidin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em ê bi aweyek xweser û sazî serî lê bidin. Îro li ser navê şaredariyên Nisêbîn û Kerboranê me serî lêda. Ji vir û pêde wê serlêdanê me berdewam bike."
(ra-şa/rc)