'Her êrîşa li dijî jinê bîrdozi ye’

09:10

JINHA

AMED– Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncelê bertek nîşanê îşkecenceya li gerîlaya jin da û got îşkence êrîşek îdeolojîke û got: “Dewlet li dijî jinên polîtîk bi hêrstire. Îro îşkenceya li gerîlaya jin hatiye kirin, sibê li xwendekar, jinek ji kar diçe mal û jinek li kolanê digere jî dikare bê kirin.” Sebahatê banga têkoşînê li hemû jinan kir.

Li Rubaroka Şemzînana Colemêrgê li Saîme Avşîn (Avaşîn Gabar) a YJA Starê îşkence hatibû kirin û bertekên jinan yên li dijî vê her diçin zêde dibin. Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncelê daxuyaniyek da û got: “Rêbazek şer heye lê ev rêbaz ji aliyê Tirkiyeyê ve tine hatiye hesibandin. Di alî azadî, demokrasî û azadiya jinê de tabloya em pê re rû hatinê rewşek xedere. Bedena Ekîn Wanê teşîkirin. Piştre li Cizîrê jî tiştek wisa çêbû. JOH û POH’ê li odeyên razanê wêne kişandin. Me bi wan re dît ku şerekî çawa qirêje.”

‘Êrîşa li dijî jinan îdeolojîk’

Sabahatê di berdewamiyê de anî ziman ku nêzîkatiya li dijî jinê di salek û nîvê de baş dîtine û got: “Nêzîkatiya mîlîtarîst, netewperest û zayendperet di şexsê jinê de çawa bi xof hatiye jiyîn tê dîtin. Ji ber vê divê jin xurt bin û li dijî vê têibkoşlin. Dewlet li dijî jinan bi hêrse. Hele li dijî jinên têkoşîn azadiyê didin bi hêrstire. Êrîşên li dijî jinê îdeolojîkin.”

Sabahatê di berdewamiya axaftina xwe de gotinên zayendperest yên berê yên rayedarên dewletê jî bibîr xist. Sabahatê bi lêv kir ku tiştên li gerîlaya jin hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin û got dîmenên îşkenceyê şerma mirovahiyê ye. Sabahatê anî ziman ku divê hemû jin li dijî vê derkevin.”

(şa/hu)