'Qayyûm li dijî jina ye’

09:13

JINHA

WAN – Endama MYK’ê Fatma Gulê diyar kir ku tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê darbeyek li mafê temsîliyeta wekhev a jinê ya di siyasetê d eye û got: “Bi pergala hevserokatiyê jinê di lûtkeya siyasetê de cihê xwe girtiye. Tayînkirina qayyûman darbeyek li jinê ye.”

Endama MYK DBP’ê Fatma Gulê tayyînakirina qayyûman nirxand û got AKP’ê berxwedan û têkoşîna jinên Kurd hedef girtiye û di şexsê jinê de dixwaze civakê teslîm bigire.

‘Jinên Kurd 40 sale têdikoşe’

Fatmayê da zanîn ku di seranserê dîrokê de di pêvajoyên serhildanên li Kurdistanê de sekna jinên Kurd zelal bûye û got jinên Kurd bi taybet jî ev 40 sale têkoşîneke bêhempa dide. Fatmayê diyar kir ku jinan di lêgerîna nasnameya xwe de li dijî pergala koletiyê têkoşîna serhildanê dane destpêkirin.

‘Nasnameya jinê tine dihat hesibandin’

Fatmayê got ji bo pêşiya jinên Kurd bê vekirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan roleke mezin lîstiye û ji bo têkoşîna azadiya gelan û azadiya jinê bûye çavkaniya hêviyê. Fatmayê got: “Beriya têkoşîna azaidyê li Kurdistanê jin, îradeya wê tine dihat hesibandin, statuya wê tinebû. Lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re têkoşîna jinê bûye kirde.”

‘Kota jinê ji bo pergala hevsrokatiyê amadekarî bû’

Fatmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2014’an şûnde bi pêkanîna kotaya jinê re cihê jinê ya di siyasetê de zelaltir bûye û got bi kotaya jinê re ji bo pergala hevserokatiyê amadekarî hatiye kirin. Fatmayê da xuyakirin ku pergala hevserokatiyê jî qezenca jinê ye.

Fatmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP’ê bi qayyûman pergala hevserokatiyê hedef girtiye. Dixwaze jinan şûndebikişîne pergala koletiyê. Yekane hedefa qayyûman eve ku jinan ji siyasetê bikişînin û hepsê malê bikin.”

(va/hu)