Hevşaredara Agiriyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da
09:04
JINHA
AMED- Hevşaredara Agiriyê Mukades Kubîlay nerazîbûna xwe ya der barê qeyûmên ku ji bo 28 şaredariyan hatin tayinkirin de nirxandin kir û got ku şerê li Çiyayê Tendurekê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.
Nerazîbûna gel û hevşaredaran a li dijî Qayumên ku ji bo 28 şaredariyên DBP’ê hatin tayinkirin berdewam dike. Hevşaredara Agriyê Mukaddes Kubîlay jî der barê pêvajoya şer ya ku li çiyayê Tendurekê hat destpêkirn û qeyûman de nirxandin kir. Mukadesê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman anî ziman û got ku pêvajoya şer ya li Tendurekê hat destpêkirin jî berdewam dike.
Hevşaredar Mukades ya ku der barê şerê li Tendurekê de nirxandin kir di berdewamiya nirxandina xwe de got ku AKP ji bo ku der dorê xira bike li vêderê şer da destpêkirin û diyar kir ku leşkerên di encama vî şerî de hatin birîndarkirin jî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Lê gelê li herêmê leşkerên birîndar kirin nava betaniyan, li pişta xwe kirin û birin nexweşxaneyan.
Êrîşên li ser şaredariyan
Hevşaredar Mukades di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyûmên ku ji bo şaredariyan hatin tayînkirin jî wiha got: “ Êrîşên li ser şaredariyên DBP’ê he jî berdewam dikin. Bi qaymên ku hatin tayinkirin re ji aliyekî din ve jî hevserokên şaredariyan tên binçav kirin, tên girtinê û ji wezifeya xwe tên durxistin lê bele nerazîbuna gel jî berdewam dike. AKP bi vê helwesta xwe İradeya gelê kurd li ber çevan negirt û xwest ku ji bo hemû şaredariyên DBP’ê qeyûm bên tayînkirin. Ev tiştê ku tê jiyîn darbeyeke sivîl e û em ê li hemberî vê darbeye li ber xwe bidin.”
Desteka gel zêde bû
Mukadesê bal kişand ser hişbijartinên herêmî yê 2014’an jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji bo ku şaredariyên azad bên avakirin ji aliyê gelê kurd ve têkoşî.neke mezin hat destpêkirin. Di sala 2013-2014’an de pevajoya çareseriyê hatibû destpêkirin û bi vê pêvajoyê re hêviya gel jî zede bûbû. Lê ev pêvajo ji aliyê AKP’ê ve hat xirakirn.”
‘Şaredarî veguherandine qereqolan’
Hevşaredar Mukades got ku hikumeta AKP’ê xwast îradeya gel tune bike û bi vê helwesta xwe êrîşî gelê kurd kirû li der û dorê şer da destpêkirin. Piştî 15’ê tebaxê da gele kurd û ên ku demokrasi dixwestin hedef hatin giritin. Lê em çawa li dijî hemû darbeyan derketin em ê li hemberî vê jî derkevin. AKP’a ku nikaribû bi hêza xwe ya hilbijartinê bi dest bixe bi tayînkirina qeyûman dixwaze vê daxwaza xwe bi cih bîne. Lê gelê me tucarî qebûl nake û dê ji bo şaredariyên xwe têkoşînê bide. AKP bi tayînkirina qeyûman şaredarî veguherandine qereqolan.”
'Em ê bi gelê xwe re xebtên xwe bidomînin'
Her wiha Mukaddesê got ku li Tirkiyeyê demokrasi tüne ye wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Kesên ku îradeya gel tüne dihesibînin bila hilbijartina jî ji holê rakin û helwest xwe aşkera bikin. Ew ê rojekê hesabê vê bêhiqûıya xwe bidin.”
(ra-şa/mk)