Zeynep Altinok: Divê dawî li bêhiqûqiya Qayyûmê bê dayîn

09:11

JINHA

ARTVÎN – Cigira Serokê Giştî ya CHP’ê Zeynep Altinokê diyar kir ku piştî qayyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatiye kirin, îradeya gel hatiye xespkirin û got divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê dayîn.

Cigira Serokê Giştî yê CHP’ê Zeynep Altinokê tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê û ji peywirgirtina hevşaredarên DBP’ê rexne kir û got: “Siyasetmedarekî ku ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin û bi operasyoneke siyasî ji peywirê hatibe girtin, ne raste. Ger li îradeya netewî digerin, ji vê vekirîtir îradeya netewî tine. Di nava hevşaredarên ji peywirê hatine girtin ji sedî 70’ê yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartinê ne.”

‘Divê dawî li vê bê hiqûqiyê bê dayîn’

Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger van mirovan sûc kiribe divê doz lê bihata vekirin, pêvajoya hiqûqî bihata destpêkirin û wê rastî derketiba holê. Lê bi rêya qayyûmê îradeya bi mîlyonan kesî hatiye xespkirin. AKP di vê mijarê de şaş tevgeriyaye. Divê demildest dawî li vê bê hiqûqiyê bê dayîn.”

‘Em tayyînkirina qayyûman erê nakin’

Zeynebê mînakên neçareseriyê yên demên borî yên di pirsgirêka Kurde jî bibiîr xist û got: “Pirsgirêka Kurd bi gelek pêkanînan re hat rû hev. Parlamenterên wê avêtin girtîgeha Ulucanlarê, siyasetmedarên wê li ber dadgehê kelepçekirin. Van yekî pirsgirêk çareser nekir. Berovajî vê tevlihevtir kir. Qayyûm jî ne rastin. Em erê nakin. Divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê dayîn.”

‘Ger çapemenî ne azad be em yek ne azadin’

Zeynebê balkişand ser zextên li esr çapemeniyê û got li girtîgehên Tirkiyeyê ji 100’î zêdetir rojnameger di girtîgehê de ne û ev tişt anîn ziman: “Ger çapemenî ne azad be em yek ne azadin. Li welatekî ku welatiyên azad tinebin demokrasî jî tine. Mirov nekarin behsa hilbijartin û darizandina adîlane bikin. azadiya çapemeniyê şerta pêşî ya demokrasiyê ye. Ozgur Gundem hat girtin. Nêzî 100 gerînendeyên giştî yên nobedar tên darizandin. gelek rojnameger, nivîskar û rewşberîn tê de hene. Asli Erdogan û Necmiye Alpay hîna girtîne. Em vê rewşê teqez rast nabînin.”

(ek/hu)