Fîgen Yuksekdag: Dê navê me bibe têkoşîn em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:43
JINHA
STENBOL – Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag çû serdana Ozgur Radyo ya ku bi biryara KHK’ê hat girtin û di serdana xwe de got ku kesên ev biryar dan dê bi binpêkirna hiqûqê bên bîranîn û em ê jî bi têkoşîna xwe bên bîranîn.
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka Bajar a HDP’a stenbol Aysel Guzel yên ku çûn serdana Ozgur Radyoyê dê ÎMC TV, Hayatin Sesî TV û TV10 jî ziyaret bikin.
‘Ozgur Radyo teslîm nebû’
Fîgen Yuksekdag di serdana xwe ya li Ozgur Radyoyê de axivî û wiha got: “ Her çend ku saziyên me desteser bikin jî em ê heta dawiyê wan biparêzin û em ê li aştî azadiyê xwedî derkevin. Vî welatê xweş dixwazin ku xira bikin. Lê em ê hata dawiyê xweşkahiyên vî welatî biparêzin. Ozgur Radyo radest nebû. Îro saziyên ku weşana wan hat rawestandin saziyên ku radest nebûne. Ji ber vê jî dixwazin ku ceza bikin.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Fîgenê di berdewamiya axftina xwe de got ku tarîtî berdewam nake û wiha axiftina xwe domand: “ Van kesên ku biryara girtina weşanên muxalîf dan wê bi van kirinên xwe yên krêt û dijmirovî bên bîranîn û em ê jî bi têkoşîna xwe bên bîranîn. Ozgur Radyo dengê me ye û em ê li dengê xwe xwedî derên.”
‘Her çend ku deriyên me mor bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Kordînatora Gerînendetiya Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan ya ku piştî Fîgen Yuksek Dag axivî jî wiha got: “ Me ne dest ji rêgezên xwe û ne jî dest jî dest ji rastiyê berdaye û emê bernedin jî. Me piştî hemû êrîş û girtinan jî xebata xwe her berdewam kir. Lê ev êrîşeke berfireh e. Divê ev biryara ku der barê saziyên weşanê yên azad de hatiye girtin paşve bê kişandin. Çiqas ku deriyên me mor bikin jî em ê xebata xwe berdewam bikin.”
(mk)