'Li hember polîtîkayên qirêj divê yekîtiya jin pêşbikeve'
13:42
JINHA
AMED- Li Amedê rêvebirên jin ên HDP'è li Sûmer Parkê civîn pêk anî.
Li Amedê rêvebirên jin yên HDP'ê ya Mêrdîn û Amedê li Sûmer Parkê civîn pêk anî. Parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim û Feleknaz Uca jî tevlî civînê bûn. Civîn bi nirxandina pêvajoyê dest pê kir. Parlementera HDP'ê a Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir ku, li Tirkiyeyê hikûmet bi ne naskirina îradeya gelê kurd pergala desthilatdariyê dide meşandin û wiha got: "Em di rojên dîrokî de derbas dibîn. Hikûmet îro bi baweriyek sexte êrîşan li ser bedena jinan dike. Dixwaze li ser baweriya gelan desthilatdariya xwe bide meşandin û ji civaka gelê kurd re vê ferz dibîne.
Gulserê destnîşan kir ku hikûmet bi baweriyek sexte pergala dîktatoriyê dixwaze mayînde bike û wiha domand. "Dîsa dagirkirina rojavayê Kurdistanê dijminatiya xwe nîşanî gelê kurd da. DAIŞ niha çawa ku bi çekên xwe yên giran êrîş dike û bi hovane komkujiyan pêk tîne hikûmet jî bi dewletbûyinê vê yekê dide meşandin. Tayinkirina qeyûman jî li hemberî model û pergala hevserokatiyê bû. Ev êrîş ne tehemûlkirina hêza rêxistinbûna jinane. Dewlet ji jina zana û rêxistinkirî ditirse. Lê em jin dê heya dawiyê xwe bi rêxistin bikîn û van êrîşan jî vala derbixîn."
Piştî axiftina Gûlserê civîna jinan bi niqaşkirina pêvajo û rola jinê a di pêvajo yê de berdewam kir.
(zyd-be/rc)