'Nîqaşên berfireh li ser Hevpeymana Civakî hate kirin

16:54

JINHA

AMÛDÊ- Heyetek ji başûrê Kurdistanê rêxistina Navenda Ramana Yasayî serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê kirin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk Nezîre Gewriye di derbarê hevdîtinê de, da zanîn ku wan tecrûbeyên xwe yên Rêveberiya xweser parve dikin.

Heyeta ji Başûrê Kurdistanê ya Navenda Ramana Yasayî ku ji rêveberê saziyê Serdar Herkî, Ehmed Ebdul Qadir, Cigirê Serokê Sendîkaya Parêzvanên Hewlerê Osman Salih, Parêzer Şêrwan Ezîz û Sertîp Cewher pêk dihat, serdana Rêveberiya Xweser kirin. Heyet ji hêla Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam, şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed û Bedran Çiya Kurd ve hate pêşwazîkirin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Nezîre Gewriye têkîldarê navaroka hevdîtinê agahî da ajansa me.

Nezîre anî ziman ku wan di hevdîtina bi heyeta başûrê Kurdistanê re bi berfirehî li ser ezmûnên Rêveberiya Xweser û herwiha derbarê Hevpeymana Civakî gotûbêj kirine û wiha got: "Armanca ziyareta vê heyete ew bû ku em ezmûnên Rêveberiya Xweser, bi taybet xebatên Meclîsên Zagonsaz û Dadweriyê ku di 3'ê salên dawiyê de hatine meşandin bi wan re parve bikin. Herwiha di navbera me de danûstendina firkî û ezmûnan dewam bike. Ji bo reşnivîsa Hevpeyvîna Civakî jî goftûgoyeke baş derket."

Nezîreyê herwiha bi lêv kir ku, dê di dema pêş de ev heyet bi Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk û heyeta amadekar ya projeya Qanûnên federaliyê jî rûnê û nîqaş pêk bîne."

(rh/en/rc)