Li banyoya girtîgeha jinan kamera bicîh kirine!

10:42

JINHA

ENQERE – Di civina dawiya Komisyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê girêdayî îskence û muameleya xirab de Parlementera HDP’ê Hiquqnas Burcu Çelik Ozkan diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Alanya yê di banyo ya jinan de kamera bicîh kirine, bist û çar saetan tê temaşekirin.

Di civina dawiya Komisyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê girêdayî îskence û muameleya xirab de Parlementera HDP’ê Burcu Çelik Ozkan rewşa girtîhegên Şirnex, Odemiş, Şakran, Alanya û Tekirdagê nirxand. Burcu da zanîn ku li Girtîgeha Alanyayê kamera di banyoya jinan de bicîh kirine û bist û çar saetan tê şopandin. Burcu di axaftina xwe ya komisyonê de ev tişt anî ziman: “Di banyoya jinên girtîgeha Alanya de kamera bicîh kirine, bist û çar saetan wan dişopînin. Em li Tekirdagê taybetî F2 ziyaret dikin li wê rewşa tê dîtin, piştî OHAL ê ketiye çi rewşê mereq dikim.”

Burcu balkişand ser operasonên girtîgehan û wiha domand: “Bi navê têkoşîna bi rêxistina terorê ya Fetullahan re hemû girtî para xwe ji wan sepandinan digirin. Divê em nêzikatiya mirovên di rêveberiya girtîgehan de cih digirin ser girtiyan derxin holê.” Burcu destnîşan kir ku divê ser operasonên girtîgehan bê rawestandin.

(zt)