Li gorî Wezareta Dadê li girtîgehan pirsgirêk tune ye!

15:08

JINHA

ANKARA – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku wan Derbarê Girtîgeha Zarokan a Sîncanê de bi minasebeta ku mafên zarokan tê binpekirin pirsname dane Wezareta Dadê lê wezaretê bersiva ‘li girtîgehan pirsgirêk tune ye’ dane wan.

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku wan Derbarê Girtîgeha Zarokan a Sîncanê de bi minasebeta ku mafên zarokan tê binpekirin, li zarokan lêgerîna tazî têkirin û şertê wan ên jiyanê xirabin de pirsname dane Wezareta Dadê lê wezaretê bersiva ‘li girtîgehan pirsgirêk tune ye’ dane wan.

Bersîv ji bo pirsgirêk û pirsan tune ye

Meral nerazîbûn nîşanî helwesta wezareta dadê da û wiha got: “ Wekî kut ê zanîn li girtîgehên li tirkiyeyê, lêgerîna tazî ya li ser girtiyan û nêzîkatiyên dijmirovî yên li ser girtiyan ku bi taybetî jî li dijî girtiyên zarok tên pek anîn êdî bûne ji rêzê û rastiyek. Her roj der barê rewşa girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan de agahiyeke nû tê berdestê me. Lê dijberî ve ji bo pirsnameyan bersîvên rûtîn yên kum e destpêkê bahs kirin tên dayîn.”

(sy/mk)