Fîgen Yuksekdag: Ger ku israra aştiyê hatiba guhdarikirn dê îro rewşa li Tirkiyeyê cuda bûye
16:00
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, di civîna xwe ya meclisê deaxivî û wiha got: “Yuksekdag di destpêkê de komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê bi rîr anî û anî ziman ku ger israra aştiyê hatiba guhdarkirin dê îro Tirkiye neketa kaosê û dê rewşa Tirkiye cuda bûye.
Hevperoka Giştî ya Partiya Demokrarîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di civîna HDP'ê ya heftene ya meclîsê de têkildarî geşedanên li Tirkiyeyê de nirxandin kir. Ji ber ambargoya medya hawiz a li dijî HDP'ê, axaftina Yuksekdag a meclîsê di melpera medya civakî ya facebookê ya "Ez HDP'ê ji HDP'ê dişopînim" de bi rêya Periscope zindî hat weşandin. Ciwanên beşdarî civîna koma HDP'ê ya meclîsê bûn jî siloganên "10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin" berz kirin û wêneyên kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest rabûn rakirin.
Fîgen di destpêkê de komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê birîr anî. Yuksekdag, anî ziman ku ger israra aştiyê hatiba guhdarkirin dê îro Tirkiye neketa kaosê û dê rewşa Tirkiye ne wisa bûya û anî ziman ku s berî bi salekê komkujî pêk hat û wiha got: "Ew kesên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dan nîşana israra aştiyê bûn. Ger ku dengê wan hatiba guhdarkirin dê îro Tirkiye neketa kaosê. Ji ber ku heta niha berpirsiyarên komkujiyê nehatin ronîkirin îro mirov dîsa tên kuştin. Ger ku wê demê berpirsiyar û kujer hatibana ronîkirin û cezakirin îro li Tikiye komkujiyên din pêk nedihatin.”
Berpisyarên komkujiyê nehatin diyar kirin
Fîgeng, anî ziman ku yên komkujiya li Enqereyê pêk anîn û kesên li Pirsûs, Edene, Mêrsîn, Dîlok û Amedê komkujî pêk anîn heman kes in û wiha berdewam kir: "Derket holê ku ev hêzên li Tirkiye komkujî pêk anîn û pêk tînin hêza xwe ji saziyên dewletê digirin. Ligel vê yekê îktîdara siyasî bi ronîkirina milê siyasî re eleqeder nebû. Ev nîşan dide ku milê komkujiyê yê siyasî heta îktîdara AKP'ê dirêj dibe. Îro çawa bi milê darbeyê yê siyasî eleqeder nabin û milê darbeyê yê siyasî ronî nakin, milê komkujiyan ên siyasî jî ronî nakin. Ji ber ku milê darbeyê yê siyasî heta AKP'ê dirêj dibe.”
Fîgen, destnîşan kir ku îktîdarê hem hesabê komkujiyê nepirsî û hem jî destûr neda ku şîna komkujiyê bê girtin û êşa xizmên kuştiyan bêtir mezin kir û axaftina xwe wiha berdewam kir Serokwezîrê wê demê û serokwezîrê niha piştî van teqîn û bûyeran tenê li zêdebûn û kêmbûna dengan dinerin. Li pêşeroja Tirkiye nafikirin. Li pêşeroj û aramiya gelê Tirkiye nafikirin. Ev nîşan dide ku Tirkiye ne laîk e. Wê deme derfet û daxwaza aştiyê derket pêş. Lê ev daxwaza aştiyê hat bombekirin. Berî mitînga Aştiyê jî daxuyaniyên agirbestê hat dayîn. Lê bi êrîşên bombeyan û komkujiyê bersîv dan vê daxwaza aştiyê. Ji wê rojê heta niha hemû gavên ji bo aştiyê tên avêtin tev rastî êrîş û aloziyan tên. Lê disa me dest ji daxwaz û hewldana xwe ya aştiye berneda. Hêj AKP'iyên dibêjin 'Karê leşkeran mirin e. Ji bo mirinê meaş distînin' hene. Siyaseta ku ji bo leşker û polîs neyên kuştin tune. Siyaseta niha li ser pêşxistina şer û kuştinê pêş dikeve. "
Fîgen, bang li her kesî kir ku di 7'ê mijdarê de beşdarî rûniştina doza Komkujiya Enqereyê bibin.
Yuksekdag, bal kişand ser dorpêç û qedexeyên li Şirnexê jî û wiha got: "Li Şirnexê 211 rojin qedexe û dorpêç didome. Ji sedî 85'ê bajar hatiye xerakirin. Hêj ketin û derketin qedexe ye. Hêj zêdeyî 3 hezar mirov li konên derdora Şirnexê dijîn. Malbat dixwazin dîsa vegerin malên xwe û warên xwe. Lê walî destûr nadin vegerin warên xwe. Dixwazin welatiyan bidin koçberkirin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyê bidin gelê Şirnexê.
‘Bi kuştinê xwestin peyamê bidin’
Yuksekdag, di nirxandina xwe de bal kirşand ser kuştina 4 kesên li geverê û wiha got: "Ji gelê Geverê re gotin; 'em ê destûr nedin ku hûn ji vî bajarî de bijîn.' Gever beriya demek kurt di nava hilweşînek mezin re derbas bû. Bi panzeran gel gulebaran kirin û daxuyaniyên dan jî şerma reş bû. Me dixin cihê nezanan bi mejiyê me henekên xwe dikin. Dibêjin pirgirêkek tenknîkî çêbûye. Dîmenên kamereyan derketin holê birîndar jî hatine gulebaran kirin. Em zinanin ew pirsgirêk ji ku tê, ji zîhniyeta wan tê. Derew her roj derdikevin holê lê dest ji derewan bernadin."
‘Bi girtina televîzyonan ser rastiyan nayê girtin’
Fîgen, li ser hewldana darbeya 15'ê tîrmehê û nederxistina aliyê wê yê siyasî rawestiya û wiha domand: "Ji bo aliyê darbeyê yê siyasî dernekeve holê hewldanên îktîdarê hene. Darbeyek hat jiyîn û ji bo îktîdara xwe mezintir bikin ev ji xwe re wekî firsendekê bi kar anîn. Gelek kes ji kar û nanê xwe bûn. Hêjî li hemberî hemû aliyên ku wekî wan nahizirin operasyonan didin meşandin. We darbeya ku serokatiya wê ya siyasî tuneye dîtiye? Di dîrokê de tiştek wiha tuneye. Lê çi hîkmete li Tirkiyeyê berpirsê siyasî yê darbeyê tune ye. Ji ber em pirsa vê yekê dikin rastî êrîşan tên. hûn çiqas êrîş bikin jî em ê dest ji gotina rastiyan bernedin. Beriya darbeyê bi darbekaran re heval bûn, piştî darbeyê dest bi darbekarên di nava xwe de rêya xwe didomînin. Ev sûcekî vekiriye.
Fîgen, diyar kir ku kesek nikare bi girtina televîzyon ser rastiyan bigire û axaftina xwe wiha domand: "Dê nikaribin demek dijêr derewên xwe veşêrin. Bi zorê komîsyonek ji bo darbeyê lêkolîn bike hat avakirin lê tişta balkêş ewe ku endamên AKP'ê kesên ku pesnên Gulen didin in. Parlanemterên ku duh pesnên Gulen didan îro heqaretê li Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş dikin. Ji bo kêrî wan bên xwe difiroşin. Ev jî dide xuyakirin ku di nava AKP'ê de asta siyasetê di bin sifrê de ye."
Fîgen, di dawiya axaftina xwe de ev tişt ragihandin: "Îro li gelek bajaran oparsoyên qirkirina siyasî hatin lidarxistin. Bila kesên ku bi operasyonên qirkirina siyasî qadan me teng dikin bizanibin ku em ê cihê ku lêne bidin qadên berxwedanê. Em bi bîrbînin, piştî 10 hezar siyasetmedar hatin girtin, gotin ne ne berdane lê bi hilbijartinên herêmî rû bi rû bûn. Em îro jî eniyên xwe û saziyên xwe terknakin.
(sy/mk)