Armanca êrîşên qirkirna siyasî destkeftiyên jinan e

12:35

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê re piştî ku jinan li hemû qadan hêza xwe nîşandan û hatin dîtn, êrîşên îdeolojî ku polîtîk ên li ser jinan jî zêde bûn û wiha berdewam kir: “ Sedema vê qirkirina siyasî û êrîşên li ser hevserokan jî ji ber pêkanîna pergala hevserokatiyê ye.”

Di vê dema ku operasyonên qirkirina siyasî li ser HDP û DBP’ê berdewam dikin de, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku sedema van êrîşan ya herî girîng pergala hevserokatiyê ye û wiha bahsa xebaten li ser vê pegalê kir: “ Me li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi niqaşên pergaleke nû kir û me di sala 2005’an de Pergala hevserokatiyê kir rojeva xwe.”

‘Divê pergala hevserokatiyê xîtabî her kesî bikira’

Sebahat diyar kir ku der barê xistina meriyetê ya pergala hevserokatiyê de pêşniyarên Ocalan hebûn û ev tişt got: “Ev pergala hevserokatiyê tenê li Almanyayê di meriyetê de ye lê ne wekî ku em dixwazin e. Me dixwest ku pergala hevserokatiyê xîtabî hemû kesî bike û li hemû qadan bê pêkanîn. Bi van daxwazan me dest bi xebatê kir. Ji ber ku pergaleke wiha ne di meriyetê de bû jî me di warê pêkanîna wê de di destpêkê de zahmetî kişandin. Ji bo pêkanîna pergala hevserokatîyê me 10 hezar îmze kom kirin.”

‘Mêr teng nêz dibûn’

Sebahat diyar kir ku jin ji bo xistina meriyetê ya pergala hevserokatiyê gelek bi heyecan bûn lê mêr bi guman nêzî vê pegalê dibûn û ev tişt got: “ Hevalên mêr wekî ku ev berpirsiyariya jinan e nêzî pergala hevserokatiyê dibûn. Lê me herî dawî ev pergal xist meriyetê. Lê di warê pratîzekirinê de hin kêmasî derketin. Hevserokên me yên yekem Aysel Tugluk û Ahmet Turk bû. Pêvajoyek zahmet hat jiyîn wê demê.”

‘Em di têkoşîna hiqûqî ya ji bo pergala hevserokatiyê de bi ser ketin’

Sebahat diyar kir ku ji ber meclisên jinan û têkoşîna wan bi hêz bû ev ji bo wan di warê demokrtkirina pergalê de bû avantaj û wiha destnîşan kir: “ Me demek dirêj ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîn da. Îro em di vê têkoşînê de bi ser ketin û bi vî awayî me wekî partiyeke siyasî cih girt.”

‘Jinan di biryardayînê de cih girt’

Sebahat diyar kir ku pergala heserokatiyê di hemû saziyan de ji bo ku bikeve meriyetê hat niqaşkirin û got ku ji bilî tevgera siyasî ya kurd , îro gelek partî pergala hevserokatiyê niqaş dikin, kirin rojevên xwe û wiha berdewam kir: " Yek ji destkeftiyên herî mezin yên pergala hevserokatiyê jî ew e ku jin bi riya vê pergalê di hemû mekanîzmayan de bûn xwedî biryar. Destkeftiyeke din a pergalê jî ew e ku pergala serwer ya mêr bi perspektîfa azadiya jinan tê lêpirisînkirin û mêr jî bi vê pergalê tên guhertin.”

‘Armanca herî mezin a qirkirina siyasî tunekirina hebûna jinê ye’

Sebahat got ku têkoşîna jinê îro di bin banê KJA’yê de berdewam dike, destkeftiyên ku jinan bi dest xistne îro di hedefa îktîdarê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ji ber ku jin di hemû qadan de bû xwedî gotin bi riya pergala hevserokatiyê ev pergal bû hedefa îktîdarê.”

(gc/mk)