MYK ya HDP’ê ji bo dahatoyê civiyan
12:40
JINHA
ENQERE – Piştî civîna du rojan a ku hemû rêveberên organên partiyê beşdarbûyîn, îro jî ji bo nirxandina encamên civînê civîna MYK yê despêkir. Tê payîn ku ji civînê bernama girêdayî dema bê derkeve.
Di rojên dawiya hefteyê de Partoya Demokratika Gelan (HDP) li gel hemû rêveberên organên xwe civiyan. Piştî civîna du rojan berdewam kir Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê (MYK) civiya. Civîna ku li navenda partiyê bi serokatiya Hevserokên Gişti Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş despêkir.
Dê di civîna MYK’ê de pêşiniyarên di civîna giştî de hatine kirin bên nirxandin. Têpayîn li gorî wan pêşiniyaran ji bo dema bê bername danin. Di civîna ku rêziknameya çalakiyên bên kirin hat diyar kirin de hat zanîn ku li hember OHAL ê dê kampanyayek bê despêkirin.
Piştî civîna MYK yê dê encamnameya civînê bi raya giştî re bê parkirin.
(zt)