Têkoşîna kurdistanê Tirkiye li derve hişt
17:45
JINHA
AMED – Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku li Rojhilata Navîn krîza netewdewletê jiyîn, Tirikye polîtîkayên çewt dide meşandin û wiah berdewam kir: “Tişta ku Tirkiyeyê ji dervê vê vê hevkêşeyê hişt têkoşîna li kurdistanê ye. “
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, li Amedê bi endamên DÎSK’ê yên Genel Îşê re hat gel hev. Sebahata ku li Eywana Civînê ya Şareariya Bajarê Mezin a Amedê tevli civînê bû, diyar kir ku li Rojhilata Navîn kirîzê netewdewletê jiyîn û ev tişt got: “Ji ber vê jî ji bo ku ev serdem bê diyarkirin têkoşîna kedkar û betalan girîng e.”
Sebahat diyar kir ku hatiniya ji sedî 1’an ji ya ji sedî 99’an zêdetir e û wiha destnîşan kir: “Ji bo mala nêzî 7 milyon mirov 412 TL û ji bo mala 16 mîlyon mirov jî hezar TL diçe. Ji ber vê xizanî mijara ku divê li Tirkiyeyê herî zêde bê niqaşkirin e. Xizanî li Tirkiyeyê kurdî bûye û di warê zayendî de jî bûye jin. Ji ber vê jî têkoşîna ku li dijî vê bê dayîn dê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike.”
‘Li dijî kedkaran polîtîkaya perçe bike û rêve bibe heye’
Sebahat diyar kir ku li gel hemû van pêkanînên neyînî bendewariya ji dewletê berdewam dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Li Amedê bi hezaran mamoste ji peywirê hatin girtin. Ger ku mamosteyan bi hevkariya xwendevanan têkoşîn bilind bikira dê dewletê paşve gav biavêta. Polîtîkaya dewletê ya parçe bike û rêvebibe li dijî kedkaran jî tê bikaranîn.”
‘Tirkiye li dijî hevkêşeyê ma’
Sebahat diyar kir ku kurd serdema xwe ya herî bi hêz dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro li Mûsilê rewş guherî û Tirkiye nikaribû biketayê. Tirkiye bi polîtîkayên şaş yên ku dimeşîne li dijî vê hevkêşeya li Mûsilê ma.”
(gc/mk)