Burcu Çelîk: Jin li girtîgehan bi îşkenceya zayendî re rû bi rû ne
09:01
Habibe Eren/JINHA
ENQERE- Endama Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk Ozkanê diyar kir ku girtiyên jin li girtîgehan di serî de rastî îşkenceya fîzîkî û zayendî û gelek pêkanînên din re rû bir û dimînin û got girtîgeh li gorî mêra hatine dîzaynkirin û wiha got: "Girtîgeh li gorî ku mêr dikarin bimînin hatine çêkirin. Di civakê de çawa nêzî jinan dibin li girtîgehan jî heman awayî nêz dibin."
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê şûnde bi OHAL'ê re pêkanînên li girtîgehan jî xerabtir bûne. Endama Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlamentera Muşê ya HDP'ê Burcu Çelîk got bi guherîna hawira siyasî re li girtîgehan jî îşkence tê jiyîn.
'Serdana parlamenterên HDP'ê yên girtîgehê hat qedexekirin'
Burcuyê da zanîn ku li Tirkiyeyê her tim binpêkirinên mafan di rojevê de bûye û got piştî OHAL'ê girantir bûye. Burcuyê wih agot: "Piştî 7'ê Hezîranê şûnde çûyîna girtîgehê ya parlamenterên HDP'ê hatiye qedexekirin. Tevî serlêdanên me bê bersiv ma. Têkiliya me ya bi girtîgehan re li ser malbat, parêzer û nameyan çêdibe."
Burcuyê anî ziman ku bi guherîna konjonktora siyasî re girtiyên siyasî bi pêkanînên cuda re rû bir û ne û wiha berdewam kir: "Ez wek endama komîsyona mafê mirovan di hevdîtinên bi heyeta girtîgehan re min yekser şahidiya hinek tiştan kir. Tespîtên girtîgeha Bakirkoy û Tîpa F3 û T1 ya Tekîrdagê girîng bûn. Lê ji wê rojê şûnde têkildarî başkirina girtîgehan de tiştek nehat kirin. me koxuşên girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir. Sîbel Çapraz piştî 15 amelyetê şûnde hat girtin û mixabin nehat berdan."
Li Tekîrdagê nexweşên girtî
Burcuyê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li girtîgeha F2 girtiyên nexweş yên giran hene. Saziya înfazê ya girtîgehê li girtiyan lêgerîna tazî, sererastkirinên revîrê, di rîngan de kelepçekirina berovajî ferz dikin. hre wiha di ketin û derketinên girtîgehan de jî wan derb dikin. ev bi OHAL'ê re zêdetir bûye.
Çareseriya wezaretê girtîgeha nû ye!
Burcuyê got bi operasyonên FETO'yê re nêzî 40 hezar kesî hatine girtin û got: "Beriya van girtinan ji xwe kapasiteya girtîgehan tije bû. lê wek çareserî girtîgeh û koxuşên nû tên pêşniyarkirin. Ji bo vê gelek kes hatin tahliyekirin lê ti girtiyekî siyasî nehat berdan. Beriya vê pêvajoyê ger sê girtiyên siyasî di koxuşekê de bimana ev derket 6'an. Piştî OHAL'ê rojname, pirtûk hatin qedexekirin.
Wezaretê hesabê Şirnexê neda
Burcuyê balkişand ser girtîgeha Şirnexê û got di dorpêça 6-7 mehan a Şirnexê de ti agahî ji girtîgehan nehat girtin û dem bi dem av, xurek û ceyrana wan bi pirsgirêk bû. Burcuyê got: "Piştre pirsgirêkên kronîk derktein. Li Şirnexê di dema nêz de du zarokan jiyana xwe ji dest da. Wezareta dadê têkildarî vê bûyerê de gelo lêpirsîn da destpêkirin. Divê wezaret têkildarî bûyerê de daxuyaniyekî bide."
Burcuyê da zanîn ku her wiha li dijî girtiyên jin nêzîkatiyek zayendperest û newekhev heye û got di civakê de çawa nêzî jinan dibin li girtîgehan jî bi heman awayî nêzî jinan dibin û got: "Her wiha girtîgeh li gorî mêran hatine amadekirin. Ji ber vê divê li girtîgehan di cih de tespît bên kirin."
Li girtîgehên zarokan tekmîl, şîdet û îşkence
Burcuyê got di serî de li girtîgeha Sîncanê û hemû girtîgehan tekmîl, qedexe, zext û tehdîd li ser zarokên girtî hene.
Burcuyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî 15'ê Tîrmehê li dijî Tipa Edlî jî operasyon hat kirin û 50 kes hatin durxistin. Em qebûl nakin ku ev bandorê li ser girtiyanb ikin. Bi taybet divê jibo girtiyên nexweş partî hemû bên cem hev û komîsyonekê av bikin û di cih de tespîtan bikin."
(hu)