Îşkenceya li Rozerîn Kalkan hat kirin ji Wezareta Dadê hati pirsîn

10:52

JINHA

ENQERE- Rewşa Rozerîn Kalkan a ku piştî di binçavan de hat işkencekirin û îşkenceya lê hat kirin di girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê de jî berdewam kir û piştre jî bêyî ku malbatawê agahdar bikin sirgûnî Girtîgeha Tîpa E a Nîgdeyê hat kirin birin Wezareta Dadê. Îşkenceya kû ji aliyê JINHA'yê ve ket rojevê ji aliyê parlamentera HDP'ê û Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan Burcu Çelîk ve ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hat pirsîn.

Burcu diyar kir kir ku Yekîneya Têkoşîna bi Bêcezabûnê re jî ji bo Rozerînê banga "Çalakiya Zû" li Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye û ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ev pirs pirsîn:
"* Serlêdaneke ku bi zorê li girtîgehê bi rozerînê belge hatiye îmzekirin û li dijî wê êrîşa zayendî hatiye kirin pek hatiye?

* Ji aliyê wezreta we ve der barê girtîgeha Mêrdîn û Nîgdeyê ên Tîpa E de tu lêkolîn hatine kirin?

* Der barê personelê girtîgehê yên ku îşkence li Rozerîn Kalkan kirin de tu lêpirsîn hatiye destpekirin?

* Bi Rozerîn Kalkan a ku îşkence lê hat kirin re der barê mijarê de tu hevdîtn ji aliyê we ve hat kirin?

* Sedema sirgûnkirina Rozerîn a Bêyî agahiya wê çi ye?

* Li gorî kîjan qanûnê Rozerîn di hucreyê de hati girtin?

* Tu xebateke we ya der barê personelê ku li g Girtîgeha Tîpa E a Nîgdeyê li mirovan îşekenceyê dikin heye?

(sy/mk)