'Qeyûm darbeya li dijî îradeya jinan e'

17:40

JINHA

AMED - Hevşaredaran derbarê tayinkirina qeyûman de daxuyaniyek hevpar dan û wiha gotin: "Qeyûm darbeya li dijî îradeya jinan e û em ê tucarî qebûl nekin."

Hevşaredarên jin yên DBP'ê ku bi biryaara Hukmê Qanûnê (KHK) re li şûna wan qeyûm hatin tayinkirin û ji peywirê hatin girtin li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî dan. Dî daxuyaniya ku hat dayîn de xebatkarên jin ên şaredariyê jî piştgirî danê.

Hevşaredara Hezoya Amedê Guler Ozavci diyar kir ku darbeya qeyûmê pêkanîna dîktatoriyê ya îktîdara heyî ku li ser kar e.
Guler diyar kir ku şaredariyên DBP'ê yên ku qeyûm ji bo wan hat tayîn kîrîn ji bo rêveberiyên xwecihî mînak bûn û wiha berdewam kir: " Em bahsa hevserokatiyeke ku jin esa digirtin, butçeyeke wê hebû û serokatiyeke wê ya ku li dijî tundiya li ser jînê derdiket hebû dikin."

Guler destnîşan kir ku li Şaredariyên DBP'yî mafê xebatê yê jinan bi têkoşînê hat bidestxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê keda jinan berdelên ku dan û wekheviya ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine radestî qeyûman nekin."

(şa-mm/fk)