Çaglar: KCK kir cemaat, lê kî rayedarên DBP'ê digire
09:01
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Wekîla Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrelê têkildarî taloqkirina OHAL'ê ya sê mehên din û êrîşa li dijî HDP-DBP'ê de axivî û got hikûmet hevkarên operasyonê KCK'ê yên berê û operasyonên qirkirinên yên nihane û got: "Ger bi cemaatê re têkoşîn bê kirin divê bi AKP'ê re bê kirin. lingê siyasî yê Cemaatê derneketiye holê. Ji ber ku ew bixwe ne." Çaglarê got rêya derketinê ya vê pêvajoyê eve ku Meclîsa Jinan û HDP nexşerêyeke xurt derxînin û têbikoşin.
Wekîlsa Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrelê got ev operasyonê qirkirina siyasî ji bo tasfiyekirina siyasetê û bal kişand ser binçavkiria bi sedan siyasetmedarên HDP û DBP'ê. Çaglarê têkildarî rojev û pêvajoya dawî de ji JINHA'yê re axivî.
Çaglarê wiha got: "Piştî hewldana darbeyê şûnde hikûmetê di bin navê 'têkoşîna li dijî cemaatê' pêvajoya OHAL'ê da destpêkirin û KHK'yan re pêkanînên bêhiqûq zêde bûne û got: "Piştî darbeya 12'ê îlonê li Kurdistanê bi salan OHAL'ê berdewam kir. Em OHAL'ê pir baş dizanin. Niha jî çawa OHAL hat îlankirin hedef HDP bû. me got em li dijî OHAL'ê ne. hikûmetê got 'me ji bo têkoşîna li dijî cemaatê' OHAL daye destpêkirin."
'Pêvajoyeke tasfkiriyekirina HDP û dostên wê ne'
Çaglarê di berdewamiyê de da zanîn ku hikûmeta ku qanûnên di meclîsê de derbas nedikir, bi darbeyê re, bi îlankirina OHAL'ê re kir qanûn û got: "Bi KHK'yan re gelek Kurd, Elewî û hêzên demokrasiyê hatin girtin. Televîzyon hatin girtin. Pêkanînên dijhiqûqê gihiştin asta herî jor. Ev pêvajoyeke ji bo tasfiyekirina HDP'ê û dostên wê bû."
Çaglarê bi lêv kir ku hikûmet xwe dispêre OHAL'ê û armanc dike ku siyaseta Kurd tasfiye bike û got: " Dema OHAL îlankirin ku gotin wê meh şûnde biqede. Lê serokkomar herî dawî got wê belavî 12 mehan bikin."
'Ji KCK'ê pêvajoyek cuda'
Çaglarê destnîşan kir ku di bin navê 'têkoşîna li dijî cemaatê de' berê xwe dane siyaseta Kurd û operasyonên KCK'ê yên 2009'an bibîr xist û got: "Wê demê tasfiyeyek komî mijara gotinê bû. lê niha cuda cuda yek bi yek 3-5 heban digirin. Hikûmet niha hemû hêza xwe bikartîne. Lê emê serbilindiya xwe bidomînin. Lingê siyasî yê Cemaatê jî AKP ye."
(hu)