'AKP dijminantiya têkoşîna jinan dike'

16:14

JINHA

ANKARA - Parlametnera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re dixwazin pergala hevserokatiyê asteng bikin û wiha got: " AKP dijminantiyeke mezin li hemberî têkoşîna jinan û xwedîderketina wan a li nasnameya wan dike."

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li Lijneya Giştî ya Meclisê der barê tayînkirina qeyûman û polîtîkayên der barê jinan de tên pêşxistin de axivî. Gulser diyar kir ku AKP'a ji roja hatiye îktîdarê û heya niha bi piraniya gel ya ku pê hatiye îktîdarê pesnê xwe dike, li Kurdistanê ji bo şearedariyên BDP'ê ku ji sedî 80'ê bi daxwaza gel hatine hilbijartin qeyûman tayîn dike. Gulser diyar kir ku qeyûm bi hişmendiya dagirkirinê tên tayînkirin û wiha axivî: " Ev jî dirûtiya AKP'ê nîşan dide."

Gulser destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re tenê îradeya gel nehatiye desteserkirin, di heman demê de modela hevserokatiyê ya ku ji destkefityên kurdan a herî mezin e jî hedef hatiye girtin û axatina xwe wiha berdewam kir: " Li dijî siyaseta serdest a zilam, pergala hevserokatiyê ya ku wekheviyê esaz digire ku di nava civakê de hem di warê rêxistininî û hem jî di warê civakî de tê qebûlkirin e. Lê îro bi tayînkirina qeyûman re hevserokên jin ji aliyê AKP'ê ve hedef hatine girtin."

(gc/mk)