Fîlîz Kerestecîoglu: PE Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne
09:02
Habibe Eren/JINHA
ENQERE- Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu tevlî runiştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê bû û got PE piştî hewldana darbeyê binpêkirinên mafan û rakirina destnedanan ji nêz ve dişopîne. Fîlîzê da zanîn ku şopandina Tirkiyeyê di rojevê de ye û agahiya ku wê HSYK ji Yekitiya Dadgerên Navneteweyî dikare bê derkeve jî parve kir.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîs Kerestecîoglu û parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçû jî di nav de heyeta HDP'ê li lbajarê Strasbourgê ya Fransayê tevlî runiştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) bû. Fîlîzê li ser rola Dadgeha Cezaya Navneteweyî (UCM) axivî û tiştên di civînê de jiyan jî ji JINHA'yê re vegot.
Fîlîzî da zanîn ku di Konseya Ewropayê de li ser navê Tirkiyeyê axaftinek kiriye û got Konseya Ewropayê di Hezîranê de rapora Tirkiyeyê weşandiye û got wê di rojên pêş de Tirkiyeyê jî bişopîne. Fîlîzê anî ziman ku lêkolînkirina pêvajoya darbeyê jî di konseyê de cih girtiye.
'HSYK dikare ji Yekitiya Dadgerên Navneteweyî bê derxistin'
Fîlîzê wiha berdewam kir: "Parlamenterên partiyên çep û rastgir yên Ewropayê gotin 'Em hemû li dijî darbeyê ne, lê ev tiştên pêk tên çine?'. Parlamenteran got pêkanînên li Tirkiyeyê rexne dikin. ji bilî hevdîtinên konseyê du civînên din çêbûn. Yek dadgerên li wir pêk anÎn. Di civînê de dozger û dadgerên Tirkiyeyê yên hatine durxistin hatin rojevê. Gotin ew bi fikarin ku lêpirsîneke edlî tineye. Her wiha hat axaftin ku dikare HSYK ji Yekitiya Dadgerên Navneteweyî bê derxistinê. Civîna duyemîn jî têkildarî çapemeniyê de bû."
Fîlîzê destnîşan kir ku di konseyê de runiştineke taybet ya derbarê Tirkiyeyê de hatiye kirin û got di vê runiştinê de hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û geşedanên piştî darbeyê ya li Tirkiyeyê hatiye nîşaqşkirin. Fîlîzê di berdewamiyê de Komîsyona Venedîkê jî raporek amade kiribû û komîsyona Venedîkê li Tirkiyeyê hevdîtinên cuda kiriye, encamên rapora Venedîkê jî di alî Tirkiyeyê de gelek girîngin.
(hu)