'Dewlet bi rêya qayyumê hewl dide dersê bide jinan'
09:11
Bêîtan Elyakut/JINHA
EDENE- Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozanê diyar kir ku piştî tayyînkirina qayyûman a li Kurdistanê saziyên jinan hatine girtin û got vê jî bandor li ser rêxistinên jinan yên bajarên Tirkiyeyê kiriye û got: "Dewlet bi rêya qayyûman ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinan dibêje 'hedê xwe bizanin'.
Piştî tayyînkirina qayyûman a şaredariyên bajarên Kurdistanê gelek saziyên jinan û navendên stargehê hatin girtin. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozan têkildarî girtina saziyan de axivî.
Fîganê got bi gelek saziyên jinan yên Kurdistanê re xebatên hevpar meşandine û got tayyînkirina qayyûman û girtina navendan ne tenê pirsgirêka Kurdane û got qayyûm ji wan jî cidiyetê îfade dike û got qayyûm teşeyeke desteserkirinê ya darbeyê ye.
Fîganê wiha got: "Ji Bodrum û bajarên derdorê bo stargehê serî li didin lê em van serlêdanan berê wan nadin saziyên dewletê didin yên Kurdistanê. Em naşînin saziyên dewletê ji ber ku em pê bawer nakin. Em dibînin ku çi tên jiyîn. Em dişînin saziyên Kuridstanê. Me bi telefonekê jin dişandin Amedê. Me ji ewlehiya wan fikar nedikir. Ev rewş ji bo piştevaniya jinê gelek baş bû. Lê piştî qayyûman fikarên me zêde bûn. Em bi fikarin ku jinên wir vegerin."
Fîganê got jinên ji rêxistinên jinên Kurdistanê dertên ji nûve heyî dibin û xwe ji nûve diafirînin û wiha pê de çû: "Bi qayyûman mudaxalekirina van qadan gelek zelale. Tê wateya teslîmkirina jinên ku ji nûve jiyana xwe afirandine. Wê wan bişînin ŞONÎM'ê. Bi qayyûman girtina saziyan polîtîke. Girtina navendên li Kurdistanê wê bandorê li ser navendên jinan yên bajarên Tirkiyeyê jî bike."
Fîganê balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got pergala hevserokatiyê hilberîna têkoşîna jinên Kurde. Fîganê bi lêv kir ku pêvajoya şer her diçe dijwar dibe û got her ku şer giran dibe êrîşên li dijî jinên wê bên rewakirin.
Divê em piştevaniyê mezin bikin
Fîganê wiha got: "Dikarin hemû saziyan bigirin lê em ji xwe ji saziyan nehatine. Em niha ji bo guherîna pergalê divê dakevin qadan û zêdetir jinî rêxistin bikin. Divê em piştevaniyê mezin bikin.
(rt/hu)