DBP: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

15:42

AMED- Di encamnameya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê de hat gotin, "Li dijî pêkanînên AKP'ê yên li serdema heyî nayên, em ê rewşa xwe ya rêxistinî biparêzin û biryardarî têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) roja 31'ê Mijdarê li Enqereyê civîna xwe lidar xist. Encamên vê civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hate ragihandin.
Di encamnameyê de hat gotin, rojeva civînê bi giranî nirxandina xebatên rêxistinî û êrîşên hikûmetê yên li dijî DBP'ê û hemû saziyên demokratîk bû.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku polîtîkaya hundir û derve ya hikûmeta AKP'ê, Tirkiye xistiye rewşeke xitimî û hat gotin, "Ji ber meylên xeyalperestî û êrîşkarî yên li hemberî cîhana derve, nakokî zêde bûne. Polîtîkaya li ser Rojhilata Navîn têk çûye. Têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re xitimî ne. Aborî hatiye ber îflasê. Lêçûnên şer aborî gihandiye ber îflasê."

Di dewama encamnameyê de hat ragihandin, ku li hundirê welêt jî bi rêya biryarbnameyan, hiqûqa navxweyî û gerdûnî ji nedîtî ve tê û bal hat kişandin ser gef û zextên li Kurdan tên kirin.

Hat gotin, "Gelê Kurd tu carî serî li ber zilmê netewandiye. îro jî natewîne. Heta ku xwe bigihînin asta welatiyên azad û wekhev, wê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Di kîjan astê de zext tê kirin bila bê kirin, em ê serî netewînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê em ê di aştî û siyaseta demokratîk de israr bikin."

Her wiha bal hat kişandin ser girtina Hevşaredaran û hat gotin, "Li dijî pêkanînên AKP'ê yên li serdema heyî nayên, em ê rewşa xwe ya rêxistinî biparêzin û biryardarî têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."