Dîlek Ocalan: Îktîdar ji îradeya jinan ditirse

16:14

ANKARA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan Di Civîna lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û got ku di nava salekê de bi destê mêran 332 jin hatine qetilkirin, ji ber şer bi kêmanî 90 jinan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “ Ev hemû pêkanînên li hemberî jinê nîşaneya helwesta AKP’ê ya îdeolojîk û sîstematîk a li hemberî jinê nîşanî me didin.”

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di axaftina xwe ya ku li Civîna Lijneya Giştî ya Meclisê de kir balkişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan tên meşandin û wiha got: “ Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên zayendparêz di rêjeya qetilkirina jinan de ji sedî 1400 zêdebûn pêk hatiye. Bi taybetî di vê sala dawî de şîdeta li dijî jinan hem di warê abor, psîkolojîk, çandî û hem jî di warê zayendî de zêde bûye.”

‘Ji ber şer herî kêm 90 jinan jiyana xwe ji dest da’
Dîlek bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên zayendparêz û wiha berdewam kir: “ Ji sala ku AKP hat ser kar û vir ve di navbera salên 2002 û 2009’an de ji ber polîtîkayên wê yên li dijî jinan di rêjeya qetilkirina jinan de ji sedî hezar û 400 zêdebûn pêk hatiye. Vê rêjeyê jî zîhniyeta îktîdarê ya li hemberî jinan derxistiye holê.”

‘Şertê civakeke azad ûwekhev rêxitinbûna jinan e’
Dîlek diyar kir ku hemû îktîdarên dîktatoriyal derxistine holê ku ji bo ku cewherê demokratîk ê civakê bê tunekirin. Dîlek destnîşan kir ku di serî de rêxistinbûn û destkeftiyên jianan hedef hatine girtin û wiha berdewam kir: “ Ji ber ku em partiyeke jinan e, bi polîtîkayên şer tê xwestin ku hemû destkefitiyên me ji destên me bên girtin. Lê em bi baweriya ku ji bo aştiyeke mayînde wekheviya din ava civakê de şertê bingehîn e tevdigerin û em dibêjin ku ji bo civakeke azad azadiya jinê girîng e.”