'Şîdeta li hemberî jinê nayê qebûlkirinê

09:15

ÎDIR – Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder diyar kir ku li Îdirê jin di her qada jiyanê de cih digirin û êdî jin di serî de şîdet û hemû destdanên li hemberî wan qebûl nakin.

Li Îdirê di salên dawî de ligel pêşketinên girîng, fuhuş û tiryak jî pêk ketiye. Hevşaredara Îdirê parêzer Şaziye Onder k udi 9’ê cotmeha 2015’an de hat girtin û 7 mehan girtî ma ji peywirê jî hat girtin. Şaziyeyê da zanîn ku li Serhedê bajarê ku herî zêde rêjeya xwendin û nivîsandilê ye Îdire û jin jî di her qada jiyanê de cih digirin. Şaziyeyê bi lêv kir ku li aliyê din jî bi fuhuş û tiryakê tê bibîranîn û ev jî zirarê dide bajar.

‘Jinên Kurd jî yên Azerî jî tiştan nadin der’

Şaziyeyê bi pêşengiya şaredariyê xebatên meşandine wiha vegot: “Me xwe gîhand sedan jinî. Di encama vê de derket holê ku jin di jiyana civakî de cih digirin lê li taxan jin hepsê malê hatine kirin. Ev profîl bi jinên Kurd re zêdetire. Me digot jinên Azerî zêdetir sosyalin. Lê li gelek deverî ji Kurdan girtîtirin. Di hinek hevdîtinan de jinên Kurd baştir xwe îfade dikin. Jinên Azerî di îfadekirinê de xwe dikişandin. Bi qasî jinên Kurd yên Azerî jî girtîne.”

‘Em hewl didin biguherin’

Şaziyeyê bi lêv kir ku encameke din ya ji anketê derketiye eve ku jinan daxwaza aktîvîteyên nû û qada jiyana civakî kirine û ev tişt anî ziman: “Jin her tim naçin Navenda Perwerdehiya Gel ya kursa nivîsandin û xwendinê didin. Li şûna ku mirovan jig undan bînin bajaran ji bajar bibin gund wê baştir be. Me ji bo jinan xebatên xwe meşandin. Em bi jinan re hatin cem hev. Berê jinek ligel wê mêrek tinebûya nekarîbû derkevin derve. Niha ev hatiye rakirin.”

‘Jin şîdetê qebûl nakin’

Şaziyeyê encamên anketê yên têkildarî şîdetê de jî wiha vegot: “Jinê di ser temenê 50’yî re şîdetê normal dibînin. Şîdet ne tenê ji hevjîn ji malbatê jî tê. Mêr dibêj e ‘ Ez qezenc dikim ti neçarî çêbikî’. Dema wisa dibe jî rêjeyên destberdanê zêde dibin. Her ku jin dixwîne û pêş dike şîdeta mêr qebûl nake.”

Şaziyeyê balkişand ser îstîsmara nav malbatî û got jin nekarin xwe bînin ziman û jinên rastî şîdetê û îstîsmarê tên ne wek mexdur, sûcdar tên dîtin. Şaziyeyê got îstîsmara nav malbatê tê veşartin.