Dîlan Dîrayet Taşdemir: Em ê li hember faşîzmê serî netewînin

14:25

ENQERE - Parlmentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand li ser pêkanînên dervî hiqûqî yên piştî darbeyê 15'ê Tîrmehê û got: "Hûn bizanin ku sibê wê bi dehan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li van kûrsiyan cih bigrin. Hûn jî wek yên din di dîrokê de wek lekeyek reş cihê xwe di çopê dîrokê de bigrin. Em ê li hember faşîzmê serî netewînin û em ê têkçûna faşîzmê bibînin."

Parlementera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser pêkanînên dervî hiqûqî yên piştî darbeyê 15'ê Tîrmehê. Dîlan bi pirsa, "Çima hevdîtinên ligel parlementerên me tên astengkirin?" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Di 4'ê mijdarê de bi darbeyek re hevserokên me yên giştî, hevşaredar û 10 parlementerên me hatin girtin û şandin girtîgehê. Me xwest em hevdîtin pêk bînin. Lê mixabin di rê de pêşî li wesayîtên me hatin birîn û çûyîna me hat astengkirin. Belgeyek fermî di destê wan de tune bû. Her wiha hincetek ku me têr bike jî nebû. Tenê gotin ferman ji walî de hatiye dayîn. Ev walî xwe dispêre kijan zagon û kîjan hiqûqê ku destûr nade 5 parlementer herin girtîgehê. Ev çi bêhediye û çi ji xwe fêmnekiriye."

'Hûn xwe dispêrin kîjan mafî û dagirkeriyê dikin'

Dîlanê bi lêv kir ku di bin sîwana meclîsê de 4 partiyên siyasî heye û wiha pêde çû: "Di vê meclîsê de parlementerên 3'ê partiyan çewan ku dilê wan bixwaze tevdigerin û bi kî re dixwazin hevdîtinê pêk bînin dikin. Wê demê em çima nikarin hevdîtinê bikin? Mafên me li gorî kîjan hiqûqê ji nedîtî ve tên? Serokwezîrê Adeletê dibêje 'ji bo hevdîtinê tu astengî tuneye û dibêje hun bixwazin bi kî re hevdîtin pêk bînin bikin.' Wê demê em jî dibêjin çima çûyîna Girtîgeha Jinan tên astengkirin? Wê demê walî ji cihek din fermanê digre."

'Wê hiqûq ji bo we jî pêwîst bike'

Dîlanê wiha pêl da gotina xwe: " Yên ku berî şeş meh li Cizîr û Sûrê digotin 'Em tewan dikin. Erê em zanin û em ê bidomîn in. Em ji kesek fermanê nagrin û kes nasnakin' îro ew kes herî zêde li girtîgehan dibêjin adelet û hiqûq. Erê ev mafê wane. Ji ber baweriya me bi demokrasî, hiqûqê heye me got mafê wan jî heye. Wê hiqûq ji bo we jî pêwîst bike."

'Têkçûna faşîzmê em ê bibînin'

Dîlanê destnîşan kir ku li hember zilmê ew ê ti car serî netewînin û paşve gav neavêjin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em ê gav paşve neavêjin. Mînaka wê ya herî berçav Ahmet Turke. Temenê wî 74 sale 3'ê care tê girtin. Kesên sala 1994'an Ahmet Turk xistin girtîgehê îro ne li Meclîsê ne. Dema Ahmet Turk hat girtin em tev zarokbûn. Ji ber têkoşîna Ahmet Turk û Gultan Kişanak ya bi rûtmet îro em tev li virin. Hûn bizanin ku sibê wê bi dehan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li van kûrsiyan cih bigrin. Hûn jî wek yên din di dîrokê de wek lekeyek reş cihê xwe di çopê dîrokê de bigrin. Em ê li hember faşîzmê serî netewînin û em ê têkçûna faşîzmê bibînin."