Di sedsaliyê de rekora avjeniyê şikand

11:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Japonyayê jina 100 salî Mieko Nagaoka 500 metreyan avjenî kir û îmza avêt binê rekorek zor.

Li Japonyayê jina 100 salî Mieko Nagaoka 500 metreyan avjenî kir û îmza avêt binê rekorek zor. Mieko ya di kategotiya 100 û 104 saliyê de ye saetek û 15 deqeyan ser serê xwe avjenî kir û rekorek heya niha nehatiye dîtin şikand. Mieko tevlî pêşbaziya avjeniyê ya li herêma Ehime ya Japonyayê be di hewîzek biçuk de ceribandin kir û paşê jî 500 metreyî avjenî kir. Mieko di pêşbaziyê de saetek 15 deqe û 54 saniyan avjenî kir. Mieko cara yekem di 80 saliya xwe de ji ber nexweşiya reedukasyon ê bi boneya tedawiyê hînbû û paşê jî avjenî weke aktîvîteyek bingehîn nêzbû û domand. Di sala derbasbûyî de Mieko di hewîzek ya olimpik de ceribandin kir. Mieko piştî rekora avjeniyê axivî û got: "Heger temenê min têrbike ez dixwazim heya 105 saliyê avjeniyê bikim." Pirtûkek ser macerayên jiyana Mieko hatiye nivîsîn.

(zt)