Li hember şideta ser jinan 90 kilometre
11:09
Şehriban Aslan / JINHA
WAN - Xala dawiyê ya avjeniya Mamostayê Matematîkê Îsmaîl Turhan ya ku ji sala 2007'an de li hember şideta ser jinan û "aştiyê" despêkirî û 90 kilometreyan berdewam kirî bû Wan. Îsmaîl yê ku li Tatwanê ji gotina "Ji şideta ser jinan re na" despêkirî diyar kir ku ji bo şerê bi salane berdewam dike vegere aştiyê divê her kes destê xwe têxe bin ber.
Mamostayê Matematîkê Îsmaîl Turhan yê 55 salî ji sala 2007'an ve dest bi meşa li hember şer aştî û li hember şideta ser jinan kiriye, vê meşa xwe li gelek bajaran berdewam kiriye. Rawestgeha meşa mamostayê Îzmîrî bû Wan. Îsmaîlê ku li hember şideta ser jinan û ji bo aştiyê 90 kilometre avjenî kirî di serî de li gelek deverên weke Rize, Trabzon, Antalya, Îzmîr, navçeya Tatwana Bedlîsê bi giştî li 25 navend û navçeyan geriyaye. Îsmaîl tenê li Wanê 14 mehan xebitiye, li gel siqetiyek demî jî avjeniya xwe berdewam dike. Îsmaîl da zanîn ku ji ber xebatên xwe yên avjeniyê ji bo aştiyê û li hember şideta ser jinan dayî despêkirin li dibistana lê kar dikir rastî ceza hat. Îsmaîl destînşan kir ku divê ji bo aştiyê her kes destê xwe bixin bin ber û wiha got: "Li vî welatî bi qasî 80 milyon mirov dijîn. Her yek ji van dilopek av bavêje ew agirê bilind bûyî dê aştî bê vî welatî."
Merhela despêkê li hember şideta ser jinane
Li hember şideta ser jinan ya bi salane berdewam dike û rawestandina şerê 30 salin berdewam dike Îsmaîl dibêje "Ji şideta ser jinan re na" û wiha domand: "Heger di malekê de jin ne şanaz be, şidetê bibîne, di wê malbatê de jî aramî nîne. Ez vê her demê li her derê dibêjim û ezê îro jî li vêderê bêjim: 'Ji şideta ser jinê re na'"
Merhela duyem jî aştî û wekheviye
Di xala duyemîn de jî Îsmaîl ji gundê Paşaelmali heya gundê Bagpirika yên Tatwanê avjenîkir û diyar kir ku vê merhela avjeniya xwe jî ji bo aştî û wekheviyê daye despêkirin û wiha berdewam kir: "Min ji saziyan alîkarî xwest lê nedan. Ez li gundê Paşaelmali li mala ku dimam li gel malbatê çum çalakiyê. Dema ku min avjenî dikir wan jî li kenarê avê li min dinêrî, wê rojê ba ser avê zêdebû, demekê malbatê ez ne dîtim ew dizanî ez di nava pêlan de winda bûme. Zaroka sê salî ji bo min giriya û digot: 'Apê Îsmaîl windabû.' Dema ku ez ji nava avê derketim min dît çavên zaroka biçuk şilin. Dema ku min çavên zaroka biçuk şil dîtin çavên min jî şil bûn û ez gelek bandor bûm. Min got: 'Heger îro ev zaroka biçuk ji bo min digirî diyare ku di nava kurd û tirkan de dijimiyek nîne û nabe. Em şatî û wekheviyê bi rondikên çavên vê zaroka biçuk re bijîn."
Merhela dawiyê jî ji bo zarok û ciwanane
Îsmaîl bilêv kir ku merhela dawiyê jî li Wanê temam kiriye û got: "Ez dixwazim merhela dawiyê jî di 23'ê yê Nîsanê de biqedînim, ji ber wê jî pêlên avê pir bi şidetin. Hinek sedemên bi dawînebûna merhela min ya dawiyê jî girêdayî şertên hewayêne. Ez bi tayîbetî jî vê merhela xwe ya dawiyê diyarî zarok û ciwanên li vêderê dikim. Li Îzmîrê min her dem ji xwendekarên xwe re digot: 'Divê em despêkê bibin mirov ti ferqa kurd û tirkan nîne.' Di vî welatî de bi qasî 80 milyon mirov dijîn. Her hek ji van dilopek av bi ew agirê hatî pêxistin de bike dê aştî bê vî welatî."
(zt)