Dibistanên Werzîşê yên Havînê dest pê dikin

15:15

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her sal demsala havînê bernameyên “Dibistana Werzîşê ya Havînê” li dar dixe, ev bername 22'yê pûşberê dest pê dikin. Îsal di dibistanan de hejmara branşan zêde dibe û heta niha bi sedan zarokan ji dibistanan sûdê wergirin serlêdan kiri ye.

Midûrtiya Şaxa Sporê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya me, her sal dibistanên werzîşê yên havînê li dar dixe, îsal, dibistan bi drûşma “Di Dibistanên Havîn de Dest Bi Dest bi Werzîşê re Ber bi Azadiyê” 22ê pûşperê dest pê dikin. Zarokên kur û keç ên 7-14 salî ji van dibistanan sûdê werdigirin û dê 1ê îlona 2015'an de jî bi dawî bibin. Heta niha 514 kesî ji bo dibistanên havînê serlêdan kiriye û serlêdan li Midûrtiya Şaxa Sporê ya li Sumerparkê berdewam dikin.

Cure curetiya branşan tê zêdekirin

Ji bo dibistanên sporê yên havînê 20 rahênerên sporê kar dikin û îsal ev dibistan dê di warê futbol, baskêtbol, tenîsa maseyê, kişik, karate, tekvando, atletîzm, tenîsa kortê de dersê bidin û pê re jî îsal dê dersa avjeniyê, jîmnastîk û badmîntonê jî bête kirin. Perwerdeyên sporê dê li tesîsên cur bi cur ên Ciwanên Bajêr a Sporê, Sumerparkê û Tesîsên Şaredariya Rezanê li deverên cuda cuda yên bajêr bêne pêkanîn û ji bo hemû zarokên ku serlêdan kiriye dê şort, tîşort û kelûpelê sporê beleş bête belavkirin û li cihên zarok zehmetiya hatin û çûyinê dibînin jî dê servîs bo wan bête dabînkirin. Îsal ji bilî şaredariya mezin dê şaredariyên navçeyan jî “Dibistanên Werzîşê yên Havîn” vekin û perwerdeyê bidine zarokan.

(rc)