Jinan li hember şidetê forum li xwe kirin

14:20

JINHA

AMED – Xebatkarên Şaredariya Çinarê yên jin ji bo balê bikêşin li ser şîdeta li dijî jinan daketin sehayê. Jinên ku bi musabeqaya voleybolê ve bal kişandin li ser şîdeta li hemberî jinan, peyamên xwe jî bi formayên li xwe kirin ve dan.

Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Çinara Amedê ji bo balê bikişîne li ser şîdeta li dijî jinan musabaqaya voleybolê organîze kir. Di musabaqaya ku li tesîsên sporê ya şaredariyê de pêk hat de xebatkarên jin ên şaredariyê bi formayên ku li xwe kirin ve bal kişandin li ser jinên ku rastî şîdetê tên. Li dora sehaya musabaqayê jî pankarta “Şîdet ne qedera jinê ye, bi awayeke azad û wekhev jiyîn mafê hemû mirovan e” hate daliqandin. Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Çinarê Halîde Turkoglu têkîldarî organîzasyonê agahî da û diyar kir ku ji bo kul i dijî şîdeta ku li hemberî jinan pêk tê bihistyariye derxînin holê û xebatkarên jin motîve biker organîzasyoneke bi vî rengî kirine.

Halîde da zanîn ku li navçeyê yekem car e ku tîma voleybolê ya jinan ava kirine û wiha axivî: “Mi bi silogana ku şîdeta li hemberî jinan şermezar dike ve ev xebat li dar xist. Armanca vê derê hem teşwîqkirina jinê ji bos parê hem jî spora bi feraseta zilam danîne aliyekî ye. Di vê xalê de jî xebatkarên jin ên şaredariya me pêşengiyê dikin.”

(zt)