Şaraderiya Êlihê Kompleksa Werzîşê a Jinan vekir
11:02
Zeynep Akin /JINHA
ÊLIH - Di çerçoveya projeyên Şaredariya Êlihê de Kompleksa Werzîşê a Jinan hat vekirin. Koordînatora Kompleksa Werzîşê a Jinan Evîn Kum got: "Ji hemû beşên werzîşê, heya faalîyetên civakî yên jinan qadên jiyanê me avakiriye. Her wiha ji bo jinan hemû pêdivî hatine amede kirin."
Şaredariya Êlihê bi taybet tenê ji bo jinan Kompleksa Werzîşê a Jinan avakiriye û ji bo jinan projeyên qadên jiyana azad hatiye amede kirin. Projeya ku jinên astengdar girtiye ber çavan, ji ketina baxçê, asansora astengdaran û heya cihê rûnişkandinê ya eywana ser girtî yê werzîşê bi temamî hatiye amede kirin. Koordînatora Kompleksa Werzîşê a Jinan Evîn Kum wiha got: "Saziya Kompleksa Werzîşê a Jinan ji jinên ku temenê wan 15 û jorvetir û hemû jinan re xizmetê bike. Êdî li vir faalîyetên werzîşê bi temamî tê armanc kirin."
'Ev proje wek qada jiyana jina azad hat amede kirin'
Evîn got, ew ê li Kompleksa Werzîşê a Jinan hevuzên olîmpîk, eywana werzîşê ya sergirtî, werzîşa xwe parastin û heman demê qadên werzîşa li hev xistinê avabikin. Evîn da zanîn ku ew ê di tesîsa wan de dê perwerdeyên hemû branşan bidin û got: "Yanî evder ne tenê ji bo werzîşê hatiye amede kirin, ew ê cafeterya wê hebe, baxçe û qadek wê a ku ji 9 hezar metran ve pêk tê hebe. Evder wek projeya qada jiyana azad a jinan hatî amede kirin. Ew ê jin werin vir û gelek tecrûbeyên xwe bi hevre parve bikin."
'Dê hemû faaliyet bên kirin'
Evîn da zanîn ku dervî personelê teknîkê hemû xebatkar wê jin bin û wiha pêde çû: "Ji eywana konferansê heya eywana avjenî, ji cafeterya baxçê heya tevahî qadên Kompleksa Werzîşê dê hemû xebatkar jin bin. Jin her wiha dikarin li vir sînama bidin temaşe kirin, konferansên xwe li darbixin, beşên perwerdê yê tendûristî, werzîş û xebatên atolya wê bê meşandin." Evîn diyar kir ku daxweza jina ew e ku xwe hînê parastina cewherî bikin û got: "Talepên herî zêde a jinan pêvçûnên mesafeyên kurte û bi taybet daxweza wan hînbûna parastinê ne. Li hember diz û tacîzkaran daxweza hînbûna parastinê hene. Li vir dervî perwerdeyên werzîşê dikarin perwerdeyên xwe parastinê jî hîn bibin."
'Divê ev proje ji bo hemû şaredariyan bibe mînak'
Evîn destnîşan kir ku pêwîste Kompleksa Werzîşê a Jinan li tevahî Kurdistan û Tirkiyê bibe mînak û got: "Evder ji bo jinan dê bibe cihê bihin vedanê, parkirina tecrûbeyan û ji nûde xwe avakirinê. Daxweza min ew e ku hemû şaredariyên me bi projeyên berfireh werin û piştgirî bidin jinan." Evîn herî dawî bang li tevahî jinan kir û got: "Kesên ku derfetên wan hene, em dixwezin tesîsê me ziyaret bikin. Dema ku ji vir derbasbûn bila zanibin ka em çi xebatî didin meşandin. Di encamê de evder qadê jinane û pêwîste jin xwedî li qadên xwe derbikevin. Çiqas xwedî li vir derbikevin evder wê bi hêztir bibe. Ez bi taybet dixwezim ku jin werin û daxwezên xwe bînin ziman. Bila bêjin evder qadê meye û daxwezê me evin. Bila jin bi dildarî xwedî li qadên xwe ya jiyanê derbikevin."
(rc)