Dewreyek ya mamosteyên sporê li Kobanê hate vekirin
17:47
JINHA
KOBANÊ - Desteya Werzîş û Ciwanan a Kobanê ji bo amadekirina mamosteyên sporê ji bo sala xwendinê ya nû dewreyeke destpê kir.
Bi armanca amedekirina mamosteyên werzîşê û pêşxistina wan ji bo sala xwendinê ya nû Desteya Werzîş û Ciwana ya herêma Kobanê dewreyeke perwerdeyê ji 13 mamosteyên jin organîze kir. Dewere wê 3 mehan berdewam bike. Di dewreyê de dê perwerdeyên piratîkî û teorîk ên basketbol,fotbol, voleybol û tenis were dayîn. Derbarê mijarê de Seroka Desteyê Elmaz Romî diyar kir ku armanca dewreyê amadekirina mamosteyên werzîşê û pêşxistina zarokane û ji ber ku rewşên şer ên dawî li herêmê zarok dûrî gelek tiştan wan xist in.
Elmaz da zanîn ku ew ê bi hevkariya Desteya Perwerdeyê û Hînkirinê mamoseteyan derbasî dibistanan bikin.
(rc)