Basketbola Kuçeyan despê kir

14:09

JINHA

AMED - 1. Turnuvaya Basketbola Kuçeyê a Amedê ku cara pêşîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin û dê 128 basketlîz tê de beşdar bibin li Park Ormanê dest pê kir.

1. Turnuvaya Basketbola Kuçeyê a 3x3 ya Amedê ku ji aliyê Midûrtiya Şaxa Sporê ya bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Li Kuçeyê Jiyan, Li Kuçeyê Azadiyê û Li Kuçeyê Basketbol” cara pêşîn tê lidarxistin, dest pê kir. Turnuvayê li Park Ormanê bi beşdariya 25 jê mêr, 5 jê jin, 2 jê astengdar bi beşdariya 32 tîman tê pêkanîn. 128 basketlîz dê di turnuvayê de bilîzin û turnuva roja yekşemê a 4ê kewçêrê bi dawî tê, serkeftî dê bêne xelatkirin.

'Em encama xebatên xwe werdigirin'

Rahênerê Midûrtiya Şaxa Sporê ya bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Mezin Îsmail Guzel, diyar kir ku mebesta lidarxistina turnuvayê ew e ku basketbola li kuçeyê tê lîstin xweştir bikin û bi saya vê turnuvayê mirov li hev germ bibin. Îsmail weha axivî, “Turnuva xebateke xweş e, bi saya vê ciwan têkiliyan xweş dikin, ka dê çawa bi hev re têkiliyan deynin diyar dike, ligel hevalên me yên antrenor û rahêneran em ji vê xebatê çêjeke xweş werdigirin.” Îsmail, da zanîn ku basketlîzên beşdarî vê turnuvayê bûne ne tenê tîmên xwe, heman demê bi tîmên din re jî hevkariyê dikin.

Basketbola kuçeyê çiye?

Basketbola kuçeyê, yek jê yêdek, sê di seheyê de bi tîmên çar kesî re li nav kuçeyê tê lîstin. Ji aliyê FIBA'yê ve bi navê 3x3 hatiye pênasekirin û di nîviya sehaya basketê de bi yek potayê tê lîstin. Maweyê vê lîstikê 7 deqe ye û 3 deqe jî zêdekirina wê heye.

(rc)