Li qadên kesk wê rengê jin serwer be
10:03
Têkoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Rêvebera Pêşbirkê Zûbeyde Îçer diyar kir ku, li qadên ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere, divê bi rengê jin derkeve pêş û wiha got, "Qadên kesk em ê wek jin dagirin. Hakemtî karek a sebrê ye û divê hêza rêvebirinê hebe. Dema ku min dest bi werzîşê kiribû, nêrînê civakê ên wekî 'tu jineke, tunê çawan derkevî nava komê mêran' bû, nedipejrandin. Girêdana min a li hember werzîşê qalibên civakî a ku li ser min dihat ferz kirin min şikand."
Zûbeyde Îçer 3'ê salin li herêma Kurdistan û Tirkiyê rêveberiya pêşbirka koma futbolê a jinan dike. Li Amedê jî hakemtiya komek jin dike. Zûbeyde destnîşan kir ku, li qadên ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere divê bi rengê jin derkeve pêş û got sedema cih girtina wê di qadên kesk ên werzîşê de xeyala wê a zaroktiyê ye. Zûbeyde da zanîn ku ew nêzî xeyalên xwe bûye û wiha got: "Li qadên ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere divê jin bi rengê jin derkeve pêş û ya ku vê bike emin. Qadên kesk em ê wek jin dagrin. Hakemtî karek a sebr3e ye û divê hêza rêveberinê hebe. Bi salane ez cihê xwe di qadên werzîşê de digrim, pisporbûna ku min li vê qadê standiye, erkê hakemtiyê ket ser milê min."
'Girêdana min a li hember werzîşê qalibên civakî a ku li ser min dihat ferz kirin min şikand'
Zûbeyde anî ziman ku, civak napejrîne ku jin cihê xwe di qadên werzîşê bigre û got nêrîna civakê a li hember werzîşê lewaze. Zûbeyde diyar kir ku dema di civakê de tê gotin werzîş mêr tê bîra wan û wiha domand: "Mêr civakê bi hişmendiya "jina ku destê wê di hevîrê deye, divê xwe tevî karê mêran neke" avakiriye. Dema ku min dest bi werzîşê kiribû, nêrînê civakê ên wekî 'tu jineke, tunê çawan derkevî nava komê mêran' bû û vê yekê nedipejrandin. Girêdana min a li hember werzîşê qalibên civakî a ku li ser min dihat ferz kirin min şikand. Ev sê salin li Amedê ez û li tevahî herêma Kurdistanê du jin em wek hakemtî cihê xwe di qadên werzîşê de digrin. Ev hêjmar gelek kême, divê jin qadên werzîşê dagrin. Dema tê gotin werzîş divê mêr neyê bîra me, divê serkefitina jinan li qadê bê bîra mirovan."
'Li şûna nêzikatiyên nijetperest û zayendîperest em serkeftinên xwe vedibêjin'
Zûbeyde da zanîn ku jin li her qadê tên îstîsmar kirin û wiha got: "Jin wek li hemû qadan li qadên werzîşê jî tên îstîsmar kirin. Jin bi serkeftina xwe îstîsmara heyî dê vala derbixe û li her qadê pêşengiyê bike. Jin dema ku ji xwe bawer bike dê serkeftin bi dest bixe. Li herêma Kurdistanê werzîşên jin kêmin û divê em wek jinên kurd pêşengî hildin ser milên xwe û nêrîna civakê a li hember werzîşê bigherin." Zûbeyde destnîşan kir ku jin û bi teybet jinên kurd li bajarên tirkiyê rastî êrîşên nijetperest û zayendîperestî tên û wiha pêde çû: "Li bajarên rojavayê tirkiyê ji ber em kurdin gelek car rastî êrîşan hatin. Bi çavek biçûk li jinên Kurd tên nêrandin, lê em li hember van nêzîkatiyan em serkeftinên xwe vedibêjin."
'Bi serkeftina jinan re nêrîna civakê jî dê were guhertin'
Zûbeyde diyar kir ku armanca wê nêrînê civakê a li hember jinê guhertine û wiha pêde çû: "Wek jinek Kurd ya Amedê armanca min zîhniyeta ku tenê mêr dibîne guhertine. Li herêmê jinên hakemtî dikin kêmin. Divê em vê hêjmarê bilind bikin û jinan teşwîkê werzîşê bikin. Jin dê ji cesareta min cesaretê bigre û qadên kesk ên werzîşê dagrin. Divê jin tenê li mal bi xarin, zarok, cil û firaqan re mijûl nebe. Hinek kes bawer nakin ku jin her tişt bike. Divê jin tu carî li hember zîhniyeta desthilatdariyê dev ji têkoşîna xwe bernede. Bi serkeftina jinan re nêrîna civakê jî dê were guhertin."
(rc)