Jin rengê xwe didin qada futbolê

09:06

Zeynep Durgut /JINHA

COLEMÊRG - Pîştî li qadên aborî û kedê jin hêza xwe didin nîşandan niha jî li rengê xwe didin qada futbolê. Futbolvana jin Cemîle Tîrmûr diyar kir ku hêz û baweriya jinê wan ser piyan digire.

Yek ji qadên ku her tim di nav civakê de wek lîstîka mêran e tê zanin futbol e. Bi hişmendiya mêran jin nikarin bilîzin û jin ji futbolê dur tê xistin. Li Colemêrgê cara yekem e ku 25 jinên ciwan di qulubeya Turnuvaya Futbola Hêza Jinê de cih digirin û bi hêzek mezin tevlî maçan dibin. Koma jinan ya ku dibin bingeha Qulubeya Werzîşa Ciwanan de hatin avakirin bi coş û moralek mezin derdikevin pêşberî futbolhesan û hûnera xwe peşkêş dikin. Jinên futbolvan ji aliyê gelê Colemergê ve eleqeyek mezin dibinin. Lîstikvanên jin ji piştgiriya civakê hêz digirin.

'Bi lîstika jinan hişmendaya mêr tê guhertin'

Lîstîkvana futbolê Cemîle Tîmur a ku ev 8 sale futbolê dilîze diyar kir ku ji lîstîka futbolê hêz digire û lîstîk wê azad dide his kirin. Cemîle anî ziman ku jin eleqeyek mezin nîşanî werzîjê didin û ev jî coşa wan zêde dike. Cemîle got ku dema jin dest bi lîstika futbolê kir hişmendiya mêr a li ser jinê jî goriye ye û ev tişt got: "Bi salan e ku ez futbolê dilîzîm û lîstika futbolê keyfxweşiyek mezin dide min. Li vir em ne tenê ji bo lîstîk û turnuvayan dilîzin armanca me ew e ku hişmendiya mêr û nêrina mêr a li hemberi jinê jî bidin guhertin. Ji ber ku futbol di nav civakê de wek lîstîka mêran tê dîtin. Dê bi me re ev hişmendî bê şikandin."

'Hêz û baweriya di dilê jinan de me ser pîyan digere'

Cemîle di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku divê jin ji bo azadiya xwe têbikoşe û wiha axivî: "Dema ku jin biheskirin dest bi karekê bikin teqes ew jin dê bi ser bikeve. Em dixwazin hemû jinên ciwan xwe ji van aktuelan tûr nekin û bi hemû hêza xwe tevlî bibin. Werzîş qadek estetîk e, jin ji bi tena serê xwe estetike ango afirinera jiyanê ye. Dema ku ez futbolê dilîzim wek ez nû hatibim li ser ruyê jiyanê ew qas hêz û keyfxweşî dide min. Gelek caran em ji bo turnûvayê di çin bajarên din. Em bajar, bajar digerin û hunera xwe pêşkeş dikin. Hêz û baweriya di dilê jinan de me ser pîyan digere."

'Em ji karê xwe hezdikin ji bo wê serketîne'

Lîstikvana futbolê Aysel Erdîş (23) jî hestên xwe yên li hemberî futbolê bi van hevokan anî ziman: "Ez gelek keyfxwiyim ku bi werzişê hati me nas kirin û bi hêza xwe dilîzim. Di berê de jin nikarin derbiketan derve û karên xwe yên rojane bi kar bi aniyan e. Lê îro em dinêrin ku jin li her derî ne û li her qadî ji bo xwe bibin nîşandan di nav lîv û tevgerê de ne. Gelê me bi me serbîlin e, em îro bûne şanaza gelê Colemergê ev ji me morelek mezin e."

Aysel di dawiya axaftina xwe de anî zîman ku ew gelek zehmetiyan dikişînin lê ev zehmetî kefxweşiyê dide wan û wiha got: "Bi rastî em zehmetiya dikîşînin. Em her roj anteremanan dibinin û xwe bivê awayê bi hêz dikin. Em ne zivistan ne jî buharan guhdar nakin di dilê me de her tim heskirina karê me heye."

(zyd/ho)