Pêgogvanên jin bi biryarin ku nêrînê civakê biguherin

09:59

JINHA

AMED - Di nava civakê de pêgogvanî wekî karê mêr tê dîtin, jinên pêgogvan jî bi biryarin nêrîna civakê ya li hember pêgogvanî biguherin. Gûzîde Alçu a ku cihê xwe di koma Jinan yê Pêgogvaniya Werzîşa Amedê de digre, diyar kir ku pêgogvanî wê nekeve xizmetê yekdestî û got, jin dê li her qadê hebûna xwe biparêze û dê pêşengiya leystûkê jî bike.

Yek ji qadên ku her tim di nav civakê de wek lîstîka mêran e tê zanin pêgogvaniye. Bi hişmendiya mêran jin nikarin bilîzin û jin ji pêgogvaniyê tên dûr xistin. Jinên pêgogvan bi biryarin hişmendî û nêrîna civakê ya li hember pêgogvaniyê biguherin. Gûzîda Alçu yek ji jinên pêgogvan yê ku li hember kevneşopiyên civakê têdikoşe û cihê xwe di nava Pêgogvaniya Werzîşa Amedê de digre.

'Pêgogvan perçeyek ji jiyana min e'

Gûzîde da zanîn ku ew ji zaroktiya xwe pêgogvaniyê dileyize û diyar kir ku pêgogvanî perçeyek ji jiyana wê ye û wiha domkir, "Dema ez zarokbûm nin didît tenê zarokên mêr bi pêgogvanî dileystin, ev yek jî ecêba min diçû. Min got 'ez jî dikarim pêgogvanî bileyîzim' û min li kolan û her derê tevî zarokan dest bi leystikê kir. Rojek min li kolanê dileyst, Rahênera Pêgogvaniya Werzîşa Amedê yê jinan Fîlîz Atay min dît û girt nava komê. Ji wê rojê de cihê xwe di nava komê de digrim û qet naxwazim jê veqetim."

'Me nêrîna civakê guhert'

Gûzîde diyar kir ku di serî de ji ber nêzîkatiyê civakê ew ne rihet bû û wiha pêde çû, "Civak ji mera digot 'hûn jinin, çawa hûnê bileyzin'. Cudakarî dixistin nava zayendan de. Lê piştî serkeftinên me dîtin nêrîna wan hat guhertin. Niha jî piştgirî didin me. Piştî malbat hêzê me dîtin êdî ew bi xwe jî piştgirî didin me. Pêgogvanî ne yê desthilatiya mêre. Em dikarin ji wan çêtir jî bileyzîn. Jin ne tenê di pêgogvanî de divê li her qadê jiyanê pêşengiyê bike. Divê jin bi baweriya dikare her tişt bike nêzbibe."

'Armanca me lîgê 2. e'

Gûzîde anî ziman ku koma wan di lîgê 3. deye û ew armanc dikin ku xwe bighînin lîgê 2. Gûzîde destnîşan kir ku koma wan ji pêgogvanên bi hêz pêk tên û wiha domand, "Koma me gelek bi hêze. Pêgogvanî leystûkek enteresane. Rihê komî bi hêzdike pêgogvanî. Ji ber vê em bi coşek mezin xwe amede dikin. Ji ber êrîş û dorpêçên ser Amedê xebatê me asteng dibe. Em bi vê yekê bandor dibin. Jinên ku piştî me bên pêgogvanî jî divê ji xwe bawerbin û zû dev ji karê xwe bernedin."

(rc)