Qadê parvekirin û azadiyê voleybol...
09:12
JINHA
AMED - Leystûkvana Koma Voleybol a Jinên Amedspor Azîze Gûnaydin ya ku bi helwesta xwe li sehê hember hişmendiya zayandîperest têdikoşe dibêje spor qada azadiyê ye.
Kulûba Amedspor ya Koma Voleybolên Jin armanca wan Lîga 3. ne. Voleybolvanên jin yê Amedsporê ku wek nûnerên serkeftî yên Kurdistanê tên nasîn di pêşbirkan de li hember reqîbên xwe hem li hember zîhnîyeta zayendîperest û hem jî li hember nijetperestî têdikoşin. Derbarê pêşeroj û sporê de me lestûkvana Amedspor yê serkeftî Azîze Gûnaydin re sohbet kir. Azîze da zanîn ku ew ji zaroktiya xwe ve dest bi sporê kiriye û got bi heskirinek mezin dileyze. Azîze got, "Girêdana min hember voleybolê ji zaroktiyê ye. Li dibistanê her dem min dileyîst, lê min dihizirî ku bûyîna sporvan ji min tiştek gelek dûre."
Azîze wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku tevlî leystûka voleybolê bûm, ji nûde hînbûm û bi serkeftinê re derbasî koma lîgê bûm. Niha di komek serkeftî dde dileyzim. Ez bi hêvîme ku demê pêşde ez ê cihên cûda de bigrim û bi serbikevim. Ji ber ku ez her li ser qadê sporê dixebitim. Heya ku jiyana min têra bike ez ê voleybola xwe û sporê pêşbixim."
'Voleybol leystin bawerî dide min'
Azîze destnîşan kir ku spor ne reqabete parvekirine û got ew wek kom jiyana hevpar esas digrin û wiha pêde çû: "Bi hevalên xwe yên komê re wek malbetekin. Kulûp jî gelek piştgirî dide me. Dema ku sporê dikim xwe azad hîssdikim. Voleybol leystin bawerî dide min, ji ber vê ez dema xwe zêdetir didim sporê."
'Bi sekna xwe me nêzîkatiyên zayendîperest yên hember sporê şikand'
Azîze da zanîn ku dema dest bi leystûka voleybolê kiriye malbat bûne asteng û got ji bo şikandina qalibên zayendîperest ew têkoşiye. Azîze wiha berdewam kir, "Malbat û hewirdora min di serî de piştgirî ne didan min. Bi serkeftinên min û bi sayê mamosteyên min piştgiriya malbatê min çêbû. Jin divê li her qadê bi xwe bawerbin. Jina ji xwe bawer jina serkeftiye. Jin ji bo azadiya xwe divê tu astengî nasnekin û li hember nêzîkatiyên zayendîperest têbikoşin û azadiya xwe biparêzin. Dema jin bi xwe bawerbe serkeftinên ku dixwaze dikare pêk bîne."
(rc)