Jin bi fîtnessê dem ji xwere vediqetînin

10:02

JINHA

AMED - Jinan diyar kirin ku bi sporê re ew xwe azadtir û kêfxweş hîsdikin û di heman demê de qadê ku dihêle jin ji malê derê qada sporê ye. Jinên Amedê ên ku fîtnessê dikin her kesî dawetê sporvaniyê kirin.

Jinên Kurdistanê ên ku eleqe nîşanî gogvanî, basketbol, voleybol û hentbol meraqê wan zêdetir dibe. Jinên ku li Kompleksa Sporê ya Şaredariya Peyasê ne heftê her roj 2 saetan fîtnessê dikin. Jinan diyar kirin ku ew hem di warê derûnî hem jî di warê fîzîkî de rihet hîsdikin û gotin ew derbarê sporvaniyê de wane jî dibînin.

Sevîm Yilmaz destnîşan kir ku jin ji bo jiyanek bi tendurist sporê dike û wiha got, "Armanca me hêz dayîna jinên ku berê xwe didin qada sporê ye. Fîtness dihêle ku mirov canê xwe baştir nasbike û rihet hîsbike. Jin bi dexwazê xwe tên vêderê û demê xwe derbas dikin. Tev jî bi xwestekin."

'Jin li malê tên girtin û ji sporê tên dûrxistin'

Sevîm da zanîn ku divê jin ji sporê neyê dûrxistin û wiha domand, "Jin li mal tên ragirtin û ji sporê tên dûrxistin. Herî zêde spor li jinan tê û ez dibînim ku jin zêde berê xwe didin vê qadê. Em bendê her kesîne ku bên vêderê. Spor mirovan aramdike û kêfxweş dike."

'Fîtness min rihet dike'

Bîrcan Alagoz (47) diyar kir ku ew cara yekeme dest bi sporê dike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo jiyanek bi tendurist ez sporê dikim. Ez ji bo tevahî jinan tavsiye dikim. Dema ez sporê dikim xwe rihet hîsdikim. Ya duyem jî mirov dizane kontrola can di destê mirovan de ye."

'Divê em dem ji xwere veqetînin'

Seher (39) jî diyar kir ku spor fêrbûneke û wiha pêde çû, "Min ti karî nedikir her li malê bûm. Cara yekeme sporê dikim û gelek kêfxweşim. Hem di warê fîzîk de hem jî derûniya min rihet dike. Êdî ji bo min bû fêrbûnek jiyanê. Li şaredariyê piranî xebatên wiha ên sporê heye. Jin dikare li her derê sûdê jê bigre."

Pinar jî wiha got, "Jin bi karê malê û zarokan dikeve, nikare dema xwe ji bo cihên wiha veqetîne. Divê jin bi xwe bifikirin û dem ji xwere veqetînin."

(rc)