Armanca jinên Amedsporê şampiyone

09:51

JINHA

AMED - Koma Voleybol a Jinên Ciwan yê Amedsporê bi serkeftinên mezin balê her kesî dikêşin. Leystûkvan têkoşîna pêşbirkek din yê serkeftî didin.

Li Kurdistanê Koma Voleybol a Jinên Ciwan yê Amedsporê ji bo pêşerojê leystûkvanên bi hêz avadike û îmzeyê xwe li bin serkeftinên mezin dide. Koma ku di Lîga 3. de têdikoşe armanca wan yê vê salê bibin şampiyon û lîga 2. bi dest xistine. Em bûn mêvanê antrenmanê voleybolvanên jin yên Amedsporê.

Rahênera Amedsporê Ozlem Îlhan diyar kir ku ew leystûkvan amede dikin û wiha got, "Komên jin serkeftinên mezin bi dest xistin. Me êdî armanca xwe mezin kir. Em bawerin em ê gavên mezin bavêjin. Tevî zarokên xwe tiştê ji dest me tê em dikin û têkoşîn didin. Ji bo em nûnertiyek baş ji Amedê re bikin û 2. lîgê bi dest bixin em gelek dixebitin."


Ozlem wiha pêde çû, "Transfer di koma me de nîne, tev ji bingeh de hînê leystûkê bûn. Leystûkvanên me tev li Kurdistanê ji dayîkbûne û hemû jî ciwanin. Koma me nûye lê li sahê gelek baş dileyzîn. Hevparvekirinên leystûkvanan bi hevre gelek girîng û başe. Bi rihê parvekirinê hevalên me ên jin derdikevin û dileyzîn. Em koma 6. yê lîgê 3. û îdîayê me ji bo serkeftinê mezine. Kom tev de jî bi biryarin. Li Amedê tenê em koma voleybol yê lîgê ne, li Kurdistanê ji bo serkeftinên mezin em dest bi xebatê dikin."

'Spor jin azad dike'

Ozlem destnîşan kir ku divê jin tev sporê bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Piştgirîvanên leystûkvanan malbatin. Wek kom me demên zehmet jiyan kirin, lê wek kom me astengî ji bo xwe çênekir û ji bo serkeftinê em ketin nava hewldanê. Ji ber kevneşopiyên civakî jin li hember sporê eleqeyek mezin nîşan nade û piştgiriyek bi hêz jî nade. Lê divê jin azad bibin. Li gorî nêrîna min jin divê sporê bikin. Jin bi spor kirinê re pêşdikeve û dibe sedema ku bedena xwe ji nêzve nasbike. Jin ji xwe bi hebûna xwe xweşike, lê bi sporê re azad jî dibe."

'Ji bo em baş nûnertiya herêmê xwe bikin dileyzîn'

Kaptanê komê Dîlan Çoban jî yek ji leystûkvanên bingehîn yê Amedspore. Dîlana ku 5 salin voleybolê dileyîze wiha got, "Xwezî li tevahî herêmên me komên voleybolê yên jinên profesyonel hebaya. Lê mixabin komên profesyonel nîne. Em cardin ji bo nûnertiya herêmê xwe bikin dileyzîn. Dema ku tê gotin spor berî her tişt mêr tê bîra mirovan. Lê em bi serkeftinên ku bi dest dixin, balê her kes dikêşin. Ji bo em hişmendiya kevneşop yê li hember jinê ji holê rakin kedên mezin didin."

Dîlan derbarê voleybolê de jî wiha got, "Voleybol dihêle ku ez xwe baş hîssbikim. Dema ku xemgîn ango aciz dibin bi leystûka voleybolê re derbas dibe. Min bi coş dike. Voleybol gelek guhertin bi min re çêkir. Ez ê heya dawiyê jiyana xwe jî sporê bikim."

(rc)