'Ji ber em futbolê dileyîzin em ne mêr in'

10:19

JINHA

AMED - Futbola ku di nava civakê de wek 'karê mêr' tê dîtin, jin bi biryarin vê zîhniyetê bişkînin. Ji leystîkvanên koma Tirkiyê Nursel Ozkan û Gulşe Ozgullu qala serkeftina xwe û futbolê kirin.

Yek ji qadên ku jin zihniyeta desthilatdariyê dişîne futbole. Li hember pênasekirina futbol yê mêrane jinên sporvan têdikoşin. Leystîkvana netewayî yê Tirkiyê Nursel Ozkan a ji Colemêrgê ye diyar kir ku ew berî 6 salan dest bi futbolê kiriye. Nursel yê ku bi keda xwe, xwe pêşxistiye got, "Ez gelek xebitîm heya roja îro."

'Karê jin ne li mal rûniştine'

Nursel got, "Futbol ji bo min jiyane, evîne. Xeyalê her kes heye. Niha li cihê ku dixwazim li wirim. Lê di pêşerojê de ez ê li cihên hîn serkeftîtir bim û baweriya min bi vê yekê heye. Dema ku jin bi xwe bawerbin dikarin her tişê serbixin. Ez jî di şertê zehmet re derbasbûm lê min dev ji têkoşîna xwe berneda." Nursel diyar kir ku wek futbolvanên jin di demên zehmet re borîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em dixwazin mafê wekheviyê di leystûkê de bên dayîn. Bûyîna futbalvanek jin ne hêsane û bi taybet jî li vir. Heskirin û înadê min heya roja îro min anî. Karê jin ne li mal rûniştine. Divê jin di dexwazên xwede azad be."

'Hişmendiya karê mêr e me hilweşand'

Kalevana koma Agirî Gûlşe Ozgullu da zanîn ku ew ji 11'e saliyê xwe ve dest bi leyîstika futbolê kiriye. Gûlşe yê ku cihê xwe di koma tirkiyê de digre bilêvikir ku derfet ji wan re li gorî rojavayê tirkiyê kêm tê dayîn. Gulşe anî ziman ku futbol ruhê komê dide avakirin û got ew hişmendiya ku futbol karê mêr e hilweşandine û ji mêran hîn çêtir futbolê dileyîzin û wiha pêde çû, "Futbol ne karê mêra ye. Ji min re gotin tu nikarî bileyîzî. Lê min nîşan kir ku ez dikarim bileyîzim. Ji ber em futbol dileyîzin em ne mêrin. Li her qadê jiyanê em jinin."

(rc)