Zeynep, bi berxwedanê xwe gihand daxwaza zarokatiyê

09:23

COLEMERG – Gokbaz Zeynep Temel ku bi berxwedanê hemû astengiyan derbas kir û xwe gihand daxwaza xwe ya zarokatiyê, bang li werzîşvanan kir ku ew jî bibin şopdarên xweyalên xwe.

Jinên ku li Kurdistanê li hemû qadan bi serketine, di werzîşê de jî rê nadin mêran. Jinên ku ji bo hişmendiya mêr ji gokbazê radike, her ku diçin bi serkeftî dibin. Jinên ku hakîmiyetê xwe li holên şîn, ji bo gokbazên nû dibin minak. Gokbaz Zeynep Temel ku ji biçûkaniya xwe heya niha hemû daxwaza wê gokbazek biserketibe, hemû astengiyan derbas kir û bi berxwedanê xwe gihand daxwaza xwe ya zarokatiyê.

‘Zarokatiya min li kolanan derbas bû’

Zeynepa ku berî 7 salan dest bi listika gokbazê kir diyar kir ku hemû zarokatiya xwe li kolanan bi kuran re gokbezê derbas kir û wiha axivî: “Dema ku min dest bi listîka gokbazê kir, malbata min qebûl nekir. Dema ku ez diçûm lîstîkan jî bi zorê min destûr ji malbatê distand.”

‘Niha ez gelek keyfxweş im’

Zeynepê destnîyan kir ku bi benxwedanek mezin hemû astengiyên derketin pêşiya wê derbas kiriyê û wiha domand: “Piştî ku min zaningehê xwend, min transferi Wanê kirin. Min bi serkeftiyên xwe qiweta xwe nişane malbatê da û êdî astengiyan dernaxin. Ev jî min gelek keyfxweş dike.”

‘Bila hemû kes şopdarê xeyalên xwe bin'

Zeynepê bi lêv kir ku ji bo serkeftina xwe ew kedek mezin raber kiriye û bi ser ketiye. Zeynepê bang li hemû kesê kir ku şopdarên xeyalên xwe bin.