Bi boneya 25'ê Mijdarê li Kobanê jin futbol leyîstin

17:10

KOBANÊ - Desteya Ciwan û Werzîşa Kantona Kobanê yekemîn pêşbaziya futbolê ya jinên ciwan organîze kir. Di lîstika dest pêkê de mamosteyên Akademiya Werzîşê bi şagirdên Dibistana Şehîd Seydo re leyîstin.

Bi boneya 25'ê Mijdarêv Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê yekemîn pêşbaziya futbolê pêk anî. Di lîstika dest pêkê de mamosteyên Akademiya Werzîşê bi şagirtên Dibistana Şehîd Seydo re lîstin. Pêşbazî rastî elaqeyeke mezin ya jinên ciwan hat.

Lîstoka sereke ya pêşbaziya futbolê li Werzîşgeha Kobanê hate leyîstin û du tîmên Mamosteyên Akademiya Werzişê û Şagirdên Dibistana Şehîd Seydo bi hev re destbi lîstikê kirin.

Temaşevan jî bi çepik û fîtikên xwe piştgirî dan herdû tîman. Lîstka herdû timan bi aweyek beramber 2.2 bi dawî bû.